ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Divê azadiya Birêz Ocalan misoger bibe. Di meseleyeke ewqas dîrokî de em qebûl nakin ku aktoreke dîrokî li Girîgeha Îmraliyê tecrîdkirî be. Divê birêz Ocalan azad bibe.” -
Meral Daniş Beştaş: Ya herî girîng şert û mercên azad ên karkirinê ye
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş got, "Aktorê siyasî yê ku karibe vê pêvajoyê çareser bike tecrîdkirî ye. Di vê rewşê de pêvajo bi çêkerî nameşe. Divê karibe di rewşeke azad de fikrê xwe yekser ragihîne. Ya herî girîng şert û mercên kar ên azad e." -
Cenazeyê Heydarunlu yê hate darvekirin radestî malbata wî nayê kirin
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku cenazeyê girtiyê siyasî Hemîd Hisên Necad Heydarunlu yê şeş roj berê li Girtîgeha Ûrmiyeyê hate darvekirin, radestî malbata wî nayê kirin. -
Ji KON-MED’ê peyama 1’ê Gulanê
KON-MED’ê, ragihand ku ew ê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li qadan bin û got, “Em ê li dijî sîstema kapîtalîst a mêtinger, nijadperestî, cihêkarî û polîtîkayên şer têkoşînê mezin bikin.” -
ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Enqereyê êşkence û binçavkirina ciwanan hat protestokirin
Rêxistinên ciwanan û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê êşkence û binçavkirina ciwanan protetokirin û banga berdana ciwanan hat kirin. -
Xwendekarên Stenbolê xwedî li xwendekarên hatin êşkencekirin derketin
Xwendekarên zanîngehê yên Stenbolê, ji bo şermezarkirina hevalên xwe yên duh li Enqereyê bi êşkenceyê hatin binçavkirin, li qada Şîşhaneyê çalakî li dar xistin. -
Xetereya jiyanî ya Onder berdewam dike
Dermankirina endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di lênihêrîna giran de didome û hat ragihandin ku xetereya jiyanî ya Onder hîn jî berdewam dike. -
Li dijî tiryakê Platforma Şiyar Be hat avakirin
Li dijî tirkyakê “Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê” hat avakirin. -
Li Stenbol û Enqereyê daxwaza berdana girtiyên nexweş hat kirin
Di çalakiyên ÎHD'ê yên li Enqere û Stenbolê de daxwaza berdana girtiyên nexweş Enver Yanik û Ferzende Elbî hatin kirin. -
Xizmên windayan banga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir
Li Colemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê xizmên windayan civiyan û bal kişandin ser Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsanê û banga rûbirûbûnê kirin. -
Baroya Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê de ye
Di hefteya 1048'an a çalakiya xwe Dayikên Şemiyê de aqûbeta Kadrî Keremoglû hat pirsîn. Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû ku beşdarî çalakiyê bû wiha got, “Hêviya xwe ya edaletê winda nekin.” -
ÎHD’ê ‘Komxebata Girtîgehan’ lidar dixe
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê ‘Komxebata Girtîgehan’ lidar dixe.Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Kuçukbalaban got, “Pêvajoyek heye, lê em dibînin ku dewlet heta niha tu gav neavêtiye." -
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan gelek zelal û eşkere ye
Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a ku di heyeta ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir de cih girt got, "Daxwaza me ya ji bo mafê hêviyê gelekî zelal û mayînde ye. Daxwaza me ya azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan gelekî zelal e." -
Li Girtîgeha Metrîsê tedawiya girtiyan tê astengkirin
Erdal Ozel ê gelek nexweşiyên wî hene yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê tê rehîngirtin, di seredana cejnê de ji xwişka xwe re gotiye ku ‘’wan tedawî nakin.’’ -
Lêpirsîneke nû ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê: 47 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Midûrê Giştî yê ÎSKÎ û Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê jî di nav de 47 kes hatin binçavkirin. -
‘Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêkan e’
Doç. Dr. Fîkret Başkaya anî ziman ku ji bo behsa pêvajoyê bê kirin divê ewilî şert û mercên aştiyê bên avakirin û got: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêkan e.” -
Prof. Gursoy: Dewletê hîna ti gav neavêtiye
Prof Gençay Gursoy diyar kir ku têkîliya DEM Partiyê ya bi muxalefetê re erênî ye û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ev têkilî dewam bike. Gursoy bi bîr xist ku dewletê hîna ti gav neavêtiye. -
ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Yusufoglu piştî 31 salan hate berdan
Cengîz Yusufoglu ê 31 sal bûn di girtîgehê de, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Êlihê hate berdan. -
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya rêxistinbûnê da destpêkirin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşmeya “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi Rêbertiya azad re xwe birêxistin dikin” dest bi kampanyayê kir. -
Li Kurdistanê di nava salekî de 7 hezar û 431 binpêkirinên mafan hatin kirin
Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên derabarê sala 2024’an de eşkere kir. Li gorî raporê di tevahiya salê de 7 hezar û 431 binpêkirinên mafan hatin jiyîn û mafê jiyanê yê 117 sivîlan hate binpêkirin. -
Rapora derbarê 17 girtîgehan de: Hezar û 249 binpêkirin hatiye kirin
Şaxa ÎHD’a Stenbolê “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê" eşkere kir. Hat diyarkirin ku di sê mehan de hezar û 249 binpêkirin hatiye kirin û 500 ji van binpêkirinan êşkence û kiryarên xerab in. -
Girtiyên siyasî avêtin hucreyê
3 girtiyên ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê re hatine sirgûnkirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine bi êşkenceyê ew avêtine hucreyê. -
Rapora têkildarî 9 girtîgehan: Tecrîd, biryarên kêfî û binpêkirina mafên mirovan
Rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqî yên li Wanê piştî serdana li girtîgehên li Wan, Xelat, Patnos, Îdir, Kalkandere, Gîresûn û Beşîkduzuyê raporeke berfireh amade kirin û parve kirin.