ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Kadikoyê 1'ê Gulanê: Rizgarî bi têkoşîna yekbûyî dibe
Li Qada Rihtimê ya Kadikoyê di mîtînga 1'ê Gulanê de ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bi navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê daxuyaniya hevpar hate xwendin. -
Li Egeyê 1’ê Gulanê: Em ê bi ser bikevin!
Bi deh hezaran kesên tevlî mitîngên 1’ê Gulanê yên li bajarên Egeyê bûn, diyar kirin ew ji bo parastina ked, demokrasî, aştî, edalet, sîstema hiqûqî û laîqî li qadan in û peyama ‘em ê bi ser bikevin’ dan. -
Li Enqereyê 1'ê Gulanê: Bijî Serok Apo
Li Enqereyê bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bûn û ji qadê dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû. -
SOHR: Li bejahiya Şamê û Suveydeyê di nava 2 rojan de 73 kes hatin kuştin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di pevçûnên dijwar a ku 2 roj in li Sûriyeyê dewam dikin de 73 kes ku di nav de piranî şervanên Durzî hene, hatin kuştin. -
Li mîtînga 1'ê Gulanê ya li Kadikoyê manîfestoya hevpar
Di mîtînga 1'ê Gulanê de ya li Qada Rihtimê ya Kadikoyê manîfestoya hevpar a DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê hate xwendin û işaret bi ked, demokrasî û azadiyê hate kirin. -
Li Stenbolê 1'ê Gulanê: Zêdeyî 200 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê ji kesên ku ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê xwestin xwe bigihînin Taksîmê zêdeyî 200 kes hatin binçavkirin. -
Tulay Hatîmogullari: Em bi hev re bi awayekî rêxistinî têkoşîna xwe bimeşînin
Tulay Hatîmogullari got, “Eger em karibin civakeke demokratîk bi rêxistin bikin, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêk bînin, wê ev yek rê li ber têkoşîna kedê veke.” -
Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk jiyana xwe ji dest da
Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk ku ji ber nexweşiya kanserê derman dibû li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê jiyana xwe ji dest da. -
Polîsan êrîş birin ser girseya gel a dixwest biçe Taksîmê
Polîsan êrîş birin ser girseya gel a ku dixwest biçe Taksîmê û gelek kes binçav kirin. -
Ji bo 1'ê Gulanê ya li Kadikoyê amadekariya meşa ji du baskan
Beriya mîtînga 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya li Qada Rihtim a Kadikoy a Stenbolê, girseya gel a li du nuqteyan li hev kom bûye li benda dema destpêkirina meşê ye. -
DÎSK'ê di nav dorpêça polîsan de çelenga 1'ê Gulanê danî Taksîmê
Heyeta Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li gel qedexe û dorpêça polîsan jî ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran çeleng danî ber Bîrdariya Komarê ya li Taksîmê. -
HBDH’ê ji bo 1’ê Gulanê banga tijekirina qadan kir
HBDH’ê got, “1'ê Gulanê roja karker û kedkaran, jin û ciwanên Tirkiye û Kurdistanê ye; Divê bibe rojeke têkoşînê ku li dijî mêtingeriya kapîtalîst, zext, şovenîzm, faşîzm û serdestiya mêr berxwedanê bilind bikin." -
KNK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir
KNK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û bang li Kurdistaniyan kir ku bi coşa Newrozê beşdarî çalakiyên 1'ê Gulanê bibin. -
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Kaytan krîtîk e
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi nexweşiya giran Hayatî Kaytan giran dibe. Rêveberiya girtîgehê li gel serlêdanan jî nahêle Kaytan bê dermankirin. -
'Ji bo pêkhatina aştiyê divê qeyûm bêne vekişandin'
Hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatiye danîn banga ji bo aştî û demokrasiyê dubare kirin û gotin, divê dawî li bêhiqûqiya qeyûm bê anîn. Hevşaredaran destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê desthilatdarî gavên hiqûqî tavilê biavêje. -
ROJEVA 1'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bakirhan: Partî û saziyên Kurd li pişt banga Birêz Ocalan in
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku partî û saziyên Kurd, bi awayekî rêxistinkirî girîngiyê didin çareseriya Tirkiyeyê û got: “Divê êdî Tirkiye fikar û tirsên demkî derbas bike.” -
11 meh û 20 roj ceza dan rojnamevanê Swêdî Medin
11 meh û 20 roj ceza dan rojnamevanê Swêdî Joakim Medin ê ku ji bo şopandina protesyoyên ÎBB’ê hat Stenbolê. -
Bakirhan banga 27’ê Sibatê şiband hilweşîna Dîwarê Berlînê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê bi ciwanan re civiya û diyar kir ku banga Rêber Apo banga hilweşandina Dîwara Berlînê ya di navbera gelan de ye. -
Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê: Polîs bariyer danîn, rê tên girtin
Li ser biryara Walîtiya Stenbolê îsal jî destûr nehat dayîn ku li Qada Taksîmê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran werin lidarxistin. Piştî biryara qedexeyê polîsan bi bariyeran dest bi dorpêçkirina dora Qada Taksîmê kirin. -
Newroz Ûysal: Azadiya girtiyan bi rengekî kêfî tê binpêkirin
Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan li meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan. -
Bernameya 1'ê Gulanê ya li Kadikoyê diyar bû
1'ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê wê îsal li Stenbolê li Qada Rihtim a Kadikoyê bê pîrozkirin. -
MAK'ê bang kir ku di 1'ê Gulanê de têkoşîn bê mezinkirin
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedana ji bo demokrasî û azadiyê bang kir. -
Encamnameya Konferansa ji bo Rojhilatê Kurdistanê hate weşandin
Di encamnameya Konferansa Rojhilatê Kurdistanê de bang li hemû hêz û partiyên bi bandor ên Kurdistanê hate kirin ku daxwazên rewa yên gel bi cih bînin, dawÎ li dabeşbûnê bînin û ji bo yekîtiyê xwe bi rêxistin bikin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.