ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nasrallah: Em li ser sînorê Sûriyê 'nêzî serfiraziya mezin in'
Lîderê Hîzbûllahê Nasrallah diyar kir operasyona devera bajarê Arsal û Kalamûnê ya li ser sînorê Lubnan-Sûriyê dane destpêkirin nêzî 'serfiraziya mezin a leşkerî' ye. -
GOTAR-Bawerî êdî bi şerê psîkolojîk nemaye
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê di rewşeke ewqasî zehmet de ye ku bi şerekî dijwar ê psîkolojîk û sorkirina şovenîzmê di nava civakê de hewl dide xwe li ser piyan bigire. -
Sektora tûrîzmê ya li Tirkiyeyê li ber têkçûnê ye
Sektora tûrîzmê, ku ji bo girtina valahiya bazirganiya derve ya aboriya Tirkiyeyê gelekî girîng e, li ber têkçûnê ye. -
Karasû û Karayilan di kêliya dawî de ji sûîqestê rizgar bûn
Dema ku balafirên F-16 bombe li cihê civîn bi navbeynkaran re dihate kirin barandin, rayedarên PKK'yî jî li herêmê bûn. Bombe li cihekî ku bi 200 metreyan dûrî Karayilan bûn, hatin barandin. Cihê ku Karasû lê bû, armanca hedefan bû. -
Bûyerên îro bûyî rojev
26 Tîrmeh 2017 Kurtasiya Rojê -
Li Parîsê çalakiya edaletê vê hefteyê jî berdewam kir
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger vê hefteyê jî berdewam kir. -
Erdogan quretî kir, Netanyahû jî bersiveke tund da wî!
Serokkomarê Tirk Erdogan li hemberî lêgerîna li Mescîd-î Aksa ya bi detektorê xwe aciz kiribû û îro jî gotina xwe daqurtand. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî got, “Erdogan kesê dawîn e ku şîretan bide Îsraîlê.” -
Li ser bîlançoya şerê 2 salan a HPG'ê
HPG'ê çend roj berê bîlançoya şerê 2 salan eşkere kir. Divê em vê bîlançoya şer çawa binirxînin? -
Awûstûrya: Endametiya Tirkiyeyê ne pêkan e
Serokwezîrê Awûstûryayê Chrîstîan Kern destnîşan kir, ku endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ne pêkan e. -
Ebadî: Em ê referandûma serxwebûnê nas nekin
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Ebadî got, "Referandûma li Herêma Kurdistanê qanûnî nîne û em ê wê nas nekin." -
Eşkere bû, ku polîsekî Awûstûryayî sîxurê çeteya Tirk e
Li Awûstûryayê, polîsekî ku sîxurî ji çeteya Tirk a bi navê 'Osmanen Germanîa' re dikir, bi 9 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin. Hat tespîtkirin ku polîsê navborî belgeyên veşartî daye vê koma çete. -
Wezîrên AKP'yî bi destvala ji Brukselê vegeriyan!
Wezîrên AKP'yî, ku piştî daxuyaniya Elmanyayê ya li ser pêkanînên li dijî rejîma Erdogan çûn Brukselê, bi destvala jê vegeriyan. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Ûlmê ne
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 265. de ye. -
Ji her 10 welatiyên Elman 9 li dijî çûna betlaneyê ya Tirkiyeyê ne
Li gel domandina nakokiyên di navbera hikûmeta Tirk û Elmayaya de, piraniya welatiyên Elman, çûna betlaneyê ya Tirkiyeyê erê nabînin. -
Li Goteborgê ji bo Çekdar Amed konê sersaxiyê û bîranîna şehîdan
Ji bo şervanê YPG’ê Çekdar Amed (Sercan Sûbaşi)ê li gel 8 hevalên xwe di pêngava rizgarkirina Reqayê di 22-26’ê Hezîranê de şehîd bibûn, li bajarê Goteborg ê Swêdê li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo 2 rojan konê sersaxiyê hate danîn. -
Nivîskar Temel Demîrer hate binçavkirin
Nivîskar Temel Demîrer ku ji bo îfadeya daxuyaniya Pirsûsê çû Edliyeya Stenbolê, hat binçavkirin. -
Parlementerên HDP’ê “Nobeta Berxwedanê” dan destpêkirin
Parlementerên HDP’ê piştî ku li Amedê civîna komê li dar xistin, “Nobeta Berxwedanê” dan destpêkirin. -
Ji HSK'ê kampanya 'bibe endam, bike endam'
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) dest bi kampanya "Bibe endam, bike endam" kir. -
Çalakiyên nû yên DGH û DGK’ê
Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Şoreşger (DGK) diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek çalakî li dar xistine. -
Parêzerên Ocalan derbarê tecrîdê wê raporekê ragihînin
Parêzerên Ocalan ev cara 673’yan e ku ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Parêzer 27’ê Tîrmehê derbarê tecrîdê wê raporekê belav bikin. -
Demîrtaş: Ya girîng, têkoşîna hevpar a beşên cuda yên civakê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan darbeya sivîl kiriye û got, li dijî vê yekê ji partiyên siyasî wêdetir têkoşîna hevpar a beşên civakê girîng e. -
Hozat: Bi vî rengî bidome wê Erdogan mîna Hîtler xwe bikuje
"Rewşa Erdogan dişibe rewşa Hîtler a sala 1944'an. Ev rewş û rêveçûn wê bike ku Erdogan xwe bi xwe bikuje. Rewşa xwekuştinê ye." -
Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî KCD’ê de 4 kes hatin girtin
4 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li hemberî KCD’ê de hatibûn binçavkirin, îro hatin girtin. -
YE: Nakokî wê ziyanê bide Tirkiye
Nakokiyên di navbera Elmanya, Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê de dewam dike, YE’yê hişyarî kir ku wê nakokî ‘Ne di berjewendiyên Tirkiyeyê de be’. -
Divê demokrasî û yekîtiya neteweyî rojeva Kurdan diyar bike
KNK'ê li Silêmaniyê Şêwra Yekîtiya Neteweyî pêk anî. Şêwra ku bi beşdariya 400 delegeyî du rojan dewam kir, di nava raya giştî ya Kurd de deng veda.