ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li nêzî Mêrsînê keştî noqî avê bû: Herî kêm 16 kes mirin
Li nêzî Mêrsînê keştiya ku penaber tê de bûn, noqî avê bû. Li gorî agahiyên pêşîn 16 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku 105 kes hatine rizgarkirin û 29 kes winda ne. -
Demîrtaş nehate berdan!
Heyeta dadgehê biryara dewama girtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş da. -
KCK: Şoreşa Rojava ew ê bibe bingeha Sûriyeya Demokratîk
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava pîroz kir. KCK’ê di peyama xwe de got ku, “Ji ber mezinbûna şoreşê dijmin êrîşkar bûye.” -
KCD'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
KCD'ê destnîşan kir ku xwedîderketin, destekkirin û parastina Şoreşa Rojava tê wateya parastin û xwedîderketina li daxwaz û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn. -
Bîlgen: Rayeyên ku di Rewşa Awarte de jî nîn in, tînin!
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li dijî guherînên piştî Rewşa Awarte helwest nîşan da û got, ‘’Di guherînên nû de rayeyên ku di dema Rewşa Awarte de jî nîn in, tînin.’’ -
Awûstûrya: Divê demildest muzakereyên bi Tirkiyê re bidawî bibin
Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastîan Kurz got divê muzakereyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên bi Tirkiyê re bêyî ku bi derengî bikeve divê bi dawî bibe. -
2023 wê bi Komara Demokratîk were tacîdarkirin
Gotara Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê ya Mûstafa Karasû ku li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate weşandin... -
KNK: Şoreşa Rojava di salvegera 6. de bi awayekî serketî didome
KNK'ê salvegera 6. a Şoreşa Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf, di şeşemîn salvegera xwe de jî bi serketî berdewam dike. -
Xebatkarên alîkariya însanî ji bo Ocalan nobedê digirin
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 317 hefte ne dewam dike. Nobedarên vê hefteyê kedkarên alîkariya însanî ya li Ewropayê ne. -
'Li Efrîn a dagirkirî, yek ziman û yek mezheb tê ferzkirin'
Civata gelên gef li wan tê xwarin (GfbV) ku saziyeke civakî ya navneteweyî ya li Elmanyayê ye, diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê li dijî Kurdî û komên din ên olî şer dike. Saziyê destnîşan kir ku yek ziman û yek mezheb li ser gelê herêmê tê ferzkirin. -
ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Tîrmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Dadgeha Tirkan: DAÎŞ’ê li dijî mirovayetiyê sûc nekiriye!
Dadgeha Tirkan red kir ku endamên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî mîtînga HDP’ê ya li Amedê kirine, ji ‘sûcê li dijî mirovayetiyê’ werin darizandin. -
Xwepêşandan didomin, Ebadî li pey çareseriyê ye
Xwepêşandanên ku pêşî li başûrê Iraqê bajarê Basrayê dest pê kirin û di demeke kurt de li gelek bajarên Başûr û hin taxên Bexdayê berbelav bûyî ketin roja 9'an. -
ÎHD: Qanûna nû wê Rewşa Awarte mayînde bike
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 32. Salvegera damezrandina xwe civînek lidar xist. Di civînê de hat gotin ku, daxwaza zagona Rewşa Awarte ya nû, li dijî Qanûna Bingehîn e." -
AKP-MHP Rewşa Awarte sîstematîze dikin
Rejîma AKP-MHP'ê xwedêgiravî wê Rewşa Awarte rakin, lê bi qanûnên ku tînin diyar dibe ku Rewşa Awarte sîstematîze dikin û dikin rejîma rêveberiyê ya Tirkiyeyê. -
Rojava ji nû ve şîn bike, civaka ekolojîk ava bike
Dahata ji pirtûka "Rojava ji nû ve şîn bike" wê ji bo geşkirina xebatên enternasyonalîst were bikaranîn. -
Li Swêdê pêşangeh û konferansa li ser qirkirina 1915'an
Swêd amadekariyan dike ku li ser qirkirina 1915'an pêşangehekê veke û konferansekê li dar bixe. Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom ev agahî da. -
ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Tîrmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yakişir wê li amedê bê veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Yakişir ê di şerê li Karadenizê qewimî de şehîd bibû, ji aliyê malbatê ve ji Trabzonê birin Kurdistanê. -
Rûniştina doza 12 rojnamegeran li Stenbolê pêk hat
Rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku rojnameger Huseyin Aykol û 11 rojnamegerên din tê de dihatin darizandin hate taloqkirin. Îro rojnamegerekî din hate destgîrkirin. -
Şik ji medya û siyasetê re got: Bi rûmet tevbigerin!
Parlementerê HDP’ê Ahmet Şik di civîna ji bo Onûr Hamzaoglû de axivî û got, “Ez bang li endamên saziya darizandinê, medya û siyasetê dikim ku bila bi rûmet tevbigerin.” Îbrahîm Kaboglû yê CHP’yî jî got ku, “Xwestina aştiyê ne sûc e.” -
Rûniştina doza rojnamevan û parêzeran dest pê kir
Rûniştina doza 23 kesan ku 13 jê girtî ne û rojnamevan û parêzer jî di nava wan de hene, li Stenbolê dest pê kir. -
Başaran: Bi mejiyê talanker avêtin ser avahiya me
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Bi mejiyê talanê avêtin ser avahiya me ya li Sancaktepeyê. Ji encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê divê were fêhmkirin ku HDP bi êrîşên wiha hov têk naçe."