ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzeran ji hikûmetê aqûbeta Tahîr Elçî pirsîn
Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsûm Batî ji Wezareta Karê Hundir û Wezareta Edaletê pirsa ‘Lêpirsîna Tarhîr Elçî digihêje kê?’ kir, anî ziman ku dixwazin qetilkirinê binixûmînin. -
Olûç: Tê xwestin ku Tirkiye tim bi Rewşa Awarte were rêvebirin
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç got tê xwestin Rewşa Awarte ya mayinde were avakirin û got, ‘’Dixwazin êdî Tirkiyê bi sîstema Rewşa Awarte rê ve bibin’’. Oluş her wiha bal kişande ser Kamîl Acar ê HDP’yî ku agahî jê nayê standin. -
FEDA’yê êrîşa li ser Cemxaneyê şermezar kir
Polîsan bi ser Cemxaneya Armûtlûyê de girt, FEDA’yê ev serdegirtin şermezar kir. -
Leşkerên li Gîresûnê derketin operasyonê berdan hev
Leşkerên Tirk ên li navçeya Dogankent a Gîresûnê derketin operasyonê berdan hev. Hate gotin ku leşkerek miriye. -
Êşkenceya 'jimartina li ser piyan' li girtiyan tê kirin
Hate ragihandin, li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê li ser girtiyan tê ferzkirin ku di dema jimartinê de rabin ser piyan û yên vê qebûl nakin jî êşkence lê tê kirin. -
'Hukmê biryarnameyan piştî Rewşa Awarte namîne'
Hiqûqnas Husnu Ondul got, "Biryarname û biryarên di dema Rewşa Awarte de hatine dayin piştî ku Rewşa Awarte rabû divê bê hikum bin. Ji ber ku ev qanûn nînin, lê biryarname ne." -
Şîrketeke mezin a enerjiyê ya Elman dixwaze ji Tirkiyeyê vekişe
Eşkere bû ku şîrketên enerjiyê yên sereke yên Elmanyayê, ji ber xurtbûna rejîma yek zilamî ya Erdogan, plan dikin ku razemeniyên xwe yên li Tirkiyeyê bisekinînin. -
Dijminatiya dewletê ya li Pirsûsê ev 3 sal in dewam dike
Di ser komkujiya Pirsûsê re 3 sal derbas bûn, ku di bin kontrola emniyet û MÎT'ê de bi destê DAÎŞ'ê hate kirin û 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hîn jî berpirsyar nehatine eşkerekirin. -
ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tîrmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Pêşnûme qanûna rayeya berfirehkirinê dide waliyan hate erêkirin
Komîsyona Edaletê, pêşnûmeya qanûna rayeya berfireh dide waliyan erê kir. -
Hamzaoglû û Çelebî hatin berdan
Hevserdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglû û Serokwekîla Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelebî hatin berdan. -
HDP: Endamê me Kamîl Acar ê ku hatiye revandin niha jî winda ye!
HDP’ê got ku, “Em dixwazin têkildarî aqûbeta endamê me Kamîl Acar agahdar bibin.” -
Hevdîtina parêzaran a bi Ocalan re cara 773’an jî hate redkirin
Serlêdana hevdîtinê ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê cara 773’an hate redkirin. -
Hamzaoglû: Li Efrînê mirin û talan hebû
Danişîna Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû û 11 siyasetmedaran dom kir. Hamzaoglû parastina xwe kir. -
KONGRA-GEL: Şoreşa Rojava pêşengiya gelên Rojhilata Navîn dike
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojava ji bo gelan û hemû mirovahiyê bûye hêviya jiyana azad û wekhev. -
Encamnameya kongreya KCDK-E’yê hate eşkerekirin
KCDK-E’yê encamnameya kongreya xwe ya sêyemîn ku çend roj berê li dar xistibû eşkere kir . -
Serokkomarê Iraqê ji bo çareseriyê kete dewrê!
Ji bo çareseriya ji krîza Iraqê re Serokkomarê Kurd ê Iraqê Fuad Masûm kete dewrê. Partî bi seroktiya Masûm civiyan. Xwepêşandêr jî xwe ji bo protestoyên nû hazir dikin. -
DKP/BOG, Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kir
Fermandariya Rojava ya DKP/BOG, şoreşa Rojava silav kir û got, "Li dijî faşîzma Qesrê wê bi şêwaza şerê şoreşgerî encam bê girtin." -
NAV-DEM'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
NAV-DEM'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku çareserî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrieyyê ye. NAV-DEM'ê ji bo rizgariya Efrînê û demokratîkbûna Sûriyeyê banga têkoşînê kir. -
Li Elmanyayê ciwanê Kurd bû mexdûrê yasaya polîsan
Yasaya Peywirê ya Polîsan a ku li eyaleta Bavyerê ya Elmanyayê hatibû qebûlkirin, ji bo ku mafê welatîbûnê zêde sînordar kiribû rê li ber nîqaş û protestoyan vekiribû. Di encama yasayê de ciwanekî Kurd bû mexdûrê tundiya giran a polîsan. -
Li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn rizgarî Şoreşa Rojava ye
Modela siyasî û civakî ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dermannivîs e ji bo aştî û îstîqrarê. -
Tecrîd li Baselê hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate şermezarkirin. -
ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tîrmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...