ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
DAIŞ’ê li Kerkûkê 10 kes qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê saetên sibê avêtin ser gundê Ebûşahir ê girêdayî bajarokê Yayçî ya Kerkûkê, 10 kes qetilkirin. -
Qedexekirina çalakiya xizmên windayan hate protestokirin
Li Amedê qedexekirina çalakiyên xizmên windayan hate protestokirin. -
Li dijî weşanxaneyên Kurdî zext, ji bo Erebî seferberî!
Xebatkarê Weşanxaneya Pirtûka Kurdî Bawer Berşev aktivîteya Fûara Pirtûkên Erebî ya li Yenîkapiyê nirxand û wiha got; “Weşanxaneyên Kurdî êdî nayê vexwendina fûaran. Divê Kurd neçin vê fûarê. Kurd wê fûarên xwe bi xwe lidar bixin.” -
Li Rûsyayê ciwanên Kurd tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Ciwanên Kurd ên li Komara Adîgeyê dijîn li hev civiyan û bi daxuyaniyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Di meha Tebaxê de rewşa rojnamegeran
Înîsayatîfa Rojnamegerên Azad di meha Tebaxê de zextên li ser rojnamegeran eşkere kir û diyar kir ku a niha 187 rojnameger girtî ne. -
Şerê li Îdlibê li ber derî ye
Tevî gef û hişyariyên hin hêzên rojavayî, hikumeta Sûriyeyê bi desteka Rûsya û Îranê xwe ji bo şerê Îdlibê amade dike. Li hemberî wan jî komên çete hene ku bi deh hezaran endamên wan hene. Îdlib weke şerê dawî yê mezin tê dîtin. -
HSK'ê ji penaberên Kurd ên li Yewnanîstanê re alikarî şand
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) diyar kir ku wan alikarî dane Kurdistaniyên ku li kampên penaberan ên li Atînayê dijîn. Heyva Sor diyar kir ku ew ê alîkariya wan a ji bo penaberên li Yewnanistanê bidome. -
ÎTC'ê li xwe mikur hat ku komeke çete ya çekdar ava kiriye!
Rêveberên Eniya Tirkmen a Iraqê (ÎTC) ku pişta xwe dide rejîma Enqereyê, piştî belgeyên eşkere bûn, li xwe mikur hatin ku bi rêya şîrketeke taybet komeke çete ya çekdar a ji 600 kesî ava kiriye. -
Li Iraqê hikumeta koalîsyonê ya ji 16 pêkhateyan ava bû
Lîderê Şîa yê li Iraqê Muqteda Sadr û Serokwezîrê heyî Haydar El Ebadî, koalîsyoneke berfireh a ji 16 pêkhateyan ava kirin. -
Rêya rast a derxistina çeteyan ji Îdlibê
Eger Rûsya û Sûriye dixwazin li Îdlibê bi Kurdan re tevbigerin, divê bi rengekî rast nêzî Kurdan bibin. Rêya herî rast a rizgariya ji çeteyên li Îdlibê û pêkanîna aştî û aramiya li Sûriyeyê lihevkirina demokratîk a bi Kurdan û Bakurê Sûriyeyê ye. -
Encamnameya 2. Konferansa HRRK Şaxê Ewropayê hate eşkerekirin
Encamên Konferansa 2. a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şaxê Ewropayê hatin eşkerekirin. -
'Divê Kurdistanî bi coş û kelecaneke mezin tevlî festîvalê bibin'
Serokê Tevgera Nûbûnê ya Kurdistanê Qasim ji bo Festîvala Çanda Kurd banga tevlîbûnê kir û got, "Em li bendê ne ku gelê me bi coş û kelecaneke mezin tevlî festîvalê bibe." -
Şengalî û fermandarên HPG'ê li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn
Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Welat Gever, Ronî û Mûnzûr Mawa yên ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûn, li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn. -
ROJEVA 3'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Îlona 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Di êrîşa polîsên Elmanyayê de 10 ciwan hatin destgîrkirin
Polîsên Elmanyayê îro li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê êrîşî meşa dirêj a ciwanên Kurd kir a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat lidarxistin. Polîsan li vê derê gelek kes destgîr kirin. -
Mîtînga Stenbolê: Em ê demokrasî û azadiyê biparêzin
Li Stenbolê bi beşdarbûna deh hezaran kesî mîtînga ‘Aştî nayê tecrîdkirin’ didome. Di mîtîngê de nûnerên Dayikên Aşitiyê, malbatên Pirsûs û komeleya 10’ê Cotmehê axivîn. -
Polîsên Elmanyayê êrîşî meşa dirêj kirin
Ciwanên Kurd îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê meşeke dirêj dabûn destpêkirin. Vê meşa dirêj ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin. -
Li Stenbolê mîtînga aştiyê: Em dikarin cîhaneke azad ava bikin-NÛ BÛ
Li Bakirkoya Stenbolê bi deh hezaran kes dimeşin mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku bi dirûşmeya “Aşitî nayê tecrîdkirin". Meşa ber bi qadê ve didome. -
'Meşa Dirêj' a ciwanan li Dortmûndê dest pê kir
'Meşa Dirêj' a ciwanên Kurd ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îro li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê dest pê kir. -
Mîtînga 1'ê Îlonê ya li Stenbolê îro pêk tê
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Stenbolê wê îro li meydana azadiyê ya Bakirkoyê pêk were. -
Mahîr û Şengalî li Stockholmê hatin bîranîn
Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) û Atakan Mahîr (Îbrahm Çoban) ku ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. -
Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Kurd qediyane
Hevserokê MŞD'ê Fîkret Îgrek got, ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî amadekarî qediyane ku wê roja Şemiyê li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê pêk were. -
ROJEVA 2'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Îlona 2018'an.