ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serlêdana malbatan hate redkirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayayê ve hate redkirin. -
Qedexeya li sînorê Dîlokê cara 6’an hate dirêjkirin
Walîtiya Dîlokê qedexeya ‘Herêma Ewlehiya Taybet’ a ku li sînorê Sûriyeyê ragihandî cara 6’an dirêj kir. -
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê lêhî: 7 kes mirin
Di encama barana zêde û rabûna lêhiyê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê de, 7 kes mirin. -
Pasaportên Hevberdevkên Partiya Çep û Kesk hatin desteserkirin
Pasaportên Hevbedevkên Partiya Paşeroja Çep û Kesk Eylem Tûncaellî û Nacî Sonmez hatin desteserkirin. -
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo kongreyê bang kir
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, hemû ciwanên mûxalîf vexwend kongreya xwe ya 25'ê Mijdarê. -
Rêxistinên HDP'ê yên bajaran: Divê hemû dîlgirtî bên berdan
Rêxistinên HDP'ê yên bajaran li gelek deveran daketin qadan û silav dan berxwedana Leyla Guven. Di çalakiyan de hate gotin, divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih were anîn û dîlgirtî werin berdan. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Tecrîd û biryara DYA'yê li Dragûîgnanê hatin şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê hate şermezarkirin. -
Karasû: DYA'yê piştgirî da paşverûtiya li Rojhilata Navîn
"DYA'yê bi biryara xwe ya dawî ya li dijî rêveberên PKK'ê re nîşan dide ku ji bo dewleta Tirk li Rojhilata Navîn were bikaranîn bi feraseta sedsala 20'an tevdigere." -
ROJEVA 23'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Mijdara 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
HDP’ê li Îzmîrê starta hilbijartina xwecihî da
Rêxitina HDP’ê ya bajarê Îzmîrê, bi dirûşma ‘Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin’ dest bi xebatên hilbijartina xwecihî kirin. -
‘Biryara DMME’yê da nîşandan ku doz hemû siyasî ne’
Rûniştina doza bi îdîaya ‘Heqaret li karmendê li ser erkê kiriye’ ku di derbarê Selahattîn Demîrtaş de hatibû vekirin pêk hat. Demîrtaş ê diyar ku dozên hatine vekirin siyasî ne got: “DMME’yê ev yek îsbat kir.” -
Qedexeya PKK’ê li Schengê hate protestokirin
Li bajarokê Schengenê ya Luksembûrgê ya ku bingeha Yekîtiya Ewrûpayê lê hatibû danîn, qedexeya Elmanyayê ya li ser PKK’ê hate protestokirin. -
Nobeta Dadmendiyê: Divê li gor biryara li ser Demîrtaş biçin
Di Nobeta Dadmendiyê ya Hiqûqnasan de bang hate kirin ku li gorî biryara berdana Selahatîn Demîrtaş a DMME'yê biçin. -
Parêzerên Ocalan cara 766'an serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 766'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Er piştî 8 mehan hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bariş Er ê li Amanosan şehîd bû, piştî 8 mehan radestî malbatê hate kirin û hate veşartin. -
HDP’ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê da destpêkirin
HDP’ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê da destpêkirin. Di civînê de peyama ‘Em xwe ji xespkaran rizgar bikin’ hate dayîn. -
Li Enqerê operasyona qirkirina siyasî
Li Enqerê berê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. -
Zext û zordariya li girtîgeha Dîlokê
Ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê Omer Erîn qala zext û zordariya li girtîgehê kir û got, rêveberiya girtîgehê timî diavêje ser qawîşan, wan dixin yek rêzê. Erîn diyar kir, li qawîşa 14 kesî 24 kes dimînin. -
Li Edene gelek hunermend hatin destgîrkirin
Bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî polîsan bi ser malên xebatkarên NÇM'ê de girt û gelek kes destgîr kirin. -
WTO wê bi şîrketên sifir û pola re bicive
Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO), li hemberî bacên ku DYA’yê danî li ser firotina sifir û Pola, Çîn û YE jî tê de wê di derbarê giliyên gelek welatan de biryar bide. -
Fransa û Elmanya pergala hevpar a bejahî û hewayî ava dikin
Li hêlekê polîtîkaya berevaniya hevpar a welatên YE'yê tê nîqaşkirin, Fransa û Elmanya bi îdîaya ku wê xizmetê ji vê re bikE, ragihandin ku ew ê pergala şer a hewayî ya hevpar û projeya hevpar a tangê pêş bixin. -
Hatîmogûllari: AKP desthilatdariyeke dijminê jinan e
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, AKP desthilatdariyeke ku dijminê jinan e û got, "Em vê yekê li salon, korîdor û di civînên komîsyonan ên meclîsê de bi rengekî vekirî dibînin." -
DYA li ser sînorê Tirkiye-Rojava nuqteyên çavdêriyê ava dike
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mattîs ragihand, wê li ser sînorê Rojava ku dewleta Tirk gefê lê dixwe, nuqteyên çavdêriyê ava bikin.