Zuleyha Gulum: Em konên jinan ava dikin

Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum diyar kir ku pirsgirêkên jinên ku li konbajaran dimînin, divê di gelek aliyan de werin çareserkirin. Gulum anî ziman ku jin bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin û divê di zûtirîn demê de ewlehiya jinan bê peydakirin.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum têkîldarî pirsgirêkên jinên ku ji erdhejê bandor bûne, ji ANF’ê re nirxand.

Gulum destnîşan kir ku bi taybetî jin li herêmên erdhejê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û pirsgirêkên jin û zarokên li herêmên erdhejê wiha rêz kir: “Li gorî ku me bi xwe çavdêrî kir, jinên mexdûrên erdhejê di vê pêvajoyê de mexdûriyetên pir giran dijîn. Pirsgirêka sitirîn û ewlehiyê di asta herî jor de ye. Jinên ku li konbajaran dijîn, ji aliyê mêrên ku nas dikin û nas nakin ve bi êrîşa zayendî, tacîz û tundiyê re rû bi rû dimînin. Divê ewlehiya jinan di her astê de bê dabînkirin. Divê navendên lezgîn li nêzî konbajaran werin avakirin ku jin bikarin serlêdan bikin û bên agahdarkirin. Her wiha divê tundiya li ser jinên ku di erdhejê de xaniyên wan xira bûne û neçar mane xwe li cihekî bisitirînin, bi qanûna hejmar 6284 were astengkirin. Ji bo jinan yek ji pirsgirêkên sereke, paqijî û hîjyen e. Li hin qadên konan tuwaletên seyar bi awayekî têkel tên bikaranîn. Tuwaletên seyar ên ji bo jinan an qet tune an jî pir kêm in. Pêwîstiya jinan bi ped, tampon, cilê binî û alavên bijîşkî yên ji bo tenduristiya jinan heye. Her wiha divê pêwîstiyên weke potê zarokan, xwarina zarokan û potê ji bo mezinan bi awayekî rêkûpek ji herêmên erdhejê re bên şandin.“

DIYANET SÛC DIKE

Gulum anî ziman ku Diyanet sûc dike û daxuyaniya Diyanetê ku piştî erdhejê di malpera xwe ya înternetê de got ku di navbera kesên ewlad digirin û zarokên ewlad tên girtin de astengiya zewacê nîne, nirxand: “Dema ku mirov di nava krîza piralî de ne, zarokên xwe digerin û kesên ku di kavilan de mane heye, Diyanet dibêje kesên ewlad digirin bi zaroka hatî ewlad girtin re dikarin bizewicin û sûc dike. Divê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî giliyê Diyanetê bike ku rê li ber îstîsmara zarokan vedike.  Divê çend protokolên wan di der barê zarokan de hebe, divê demildest werin betalkirin. Wezaret ji parastina zarokan berpirsiyar e! Di heman demê de daxuyaniya Diyanetê li dijî xala 129’an a Qanûna Medenî ye.”

KONÊN JINAN VEDIDIN

Gulum diyar kir ku ew HDP’ê di 8’ê Adarê de piştevaniyê xurttir bikin û wiha got: “Em hewl didin bi jinan re torên piştevaniyê ava bikin. Em konên jinan vedidin. Em di konên xwe de sohbetê dikin û hewl didin êşên xwe bi piştevaniyê re bipêçin. Em kampanyayên ku wê pêwîstiyên lezgîn ên jinan werin dabîn kirin, li dar dixin. Em xebatên ku ji bo dewlet berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne, didomînin. Bi nêzbûna 8’ê Adarê re çalakiyên ku em bi hev re bibin û piştevaniya jinan xurtir bikin, li dar dixin."