Ziyareta gora ap, bû sûc!
Ziyareta gora ap, bû sûc!
Ziyareta gora ap, bû sûc!
Xwendekarê dibistana amadeyî Hasan Tûnç, di operasyona 18'ê Hezîranê ya li dijî berxwedêrên Taksîmê de hat girtin. Yek ji sûcên wî jî, ziyaretkirina gora apê xwe Mûstafa Tûnç e ku di dma 12'ê Îlonê de di bin çavan de bi êşkencê hatibû kuştin.
Dayika Hasan Leyla Tûnç a di kampanya serbestberdana hemû girtiyên Gezî de cih digire got, "Serokwezîr dibêje, bila dayik xwedî li zarokên xwe derkevin. Em weke dayik, çûn parka Gezî û li gel zarokên xwe cih girtin. Ji ber ku zarokên me tiştekî şaş nekiribûn."
Yek ji kesên di operasyona 18'ê Hezîranê ya li dijî sosyalîstên beşdarî berxwedana Taksîmê bû û hat girtin Hasan Tûnç ê 19 salî ye. Tûnç dibistana amadeyî ji derve ve dixwîne û li kargeheke sîstemên deng, dixebitî.
'DERÎ VEKIN, NAXWE EMÊ BIŞKÎNIN'
Tûnç roja 18'ê Hezîranê ber destê sibê ji mala xwe hat binçavkirin. Dayik Lelya Tûnç ji ANF'ê re axivî û roja serdegirtinê bi van gotinan anî ziman: "Şeva 17'ê Hezîranê bi 18'ê Hezîranê ve girê dida, saet di 04.30 de dengê alarma deriyê me hat. Me pirsî ka kiye li be derî, wan jî gotin ew polîs in. Û dûre jî gotin "Derî vekin, naxwe emê bişkînin."
Dema hevserê min derî vekir, polîs hema herikîn nava malê. Bi kamerayan re dîmen kişandin. Kincên razanê li me bûn. Gava me ev anî bîra polîsan wan jî gotin, "Em rûyê we dikşînin, ne jêrê we." û bi kamerayê dîmen kişandin.
Xwest bi carekê li her deverê bigerin. Dema em li dij derketin, bi rêzê li odeyan geriyan. Yek bi yek pirtûk lêkolîn kirin, her tişt tevlîhev kirin û belav kirin.
Polîsan dest danîn ser harddîska kompûtera kurê min, nameyek ji girtîgehê hatibû û dest danîn ser hemû telefonan. Xwestin dest kelepçe bikin, em li hember derketin."
'AKREP Û POLÎSÊN BI ÇEKÊN GIRAN LI BER DERÎ SEKINÎN'
Li mala Tûnç a li Taxa 1 Mayisê, 11 polîsan lêgerîn kirin û li derve jî maşîneke zirxî ya bi navê "akrep" û polîsên bi çekên giran rawestiyan.
Xwendekarê dibistana amadeyî Tûnç piştî binçavkirina 3 rojan radestî dadgehê hat kirin û hat girtin. Ji Tûnç pirsa; tevlî çalakiyên Parka Gezî bûye yan na hat pirsîn. Yek ji pirsên balkêş ên li Tûnç hat kirin jî; "Tu tevlî merasîma bîranîna li ser gora Mûstafa Tûnç bûye yan na? Tu çima tevlîbûye?"
Tûnç da xuyakirin ku Mûstafa Tûnç şoreşgerekî di dema 12'ê Îlonê de bi êşkencê hatiye kuştin e. Her weha birayê bavê Hasan Tûnç e, yanî apê wî ye.
'EZ JÎ LI TAKSÎMÊ BÛM'
Dayik Leyla Tûnç da xuyakirin ku der heqê mîtînga Elewiyan a li Enqerê de jî kurê wê hatiye lêpirsîn û anî ziman ku bi dîtina wê sedema bingehîn a girtina kurê wê berxwedana Taksîmê ye.
Leyla Tûnç weha axivî: "Berxwedana Taksîmê, teqîna hêrsa mirovan a li dijî deshilatdariyê bû. Kurê min ji derve dibistana amadeyî dixwend. Her weha li kargeheke sîstemên deng de dixebitî. Karê wî bi giranî ji ber konseran, di dawiya hefteyê de hebû. Rojên din jî diçû Parka Gezî. Ez jî diçûm. Eger ve sûc be, bila min jî bibin. Dema dayikan zincîr çê kirin, ez jî li wir bûm. Serokwezîr gotibû bila dayik xwedî li zarokên xwe derkevin. Em weke dayik jî, çûn Parka Gezî û li gel zarokên xw cih girtin. Ji ber ku zarokên me tiştekî şaş nekirin. Xwedî maf û pêşeroja xwe derketin."
'WEKE MALBATÊN WAN, ME BIRYDAR DAN DERKEVIN KOLANAN'
Tûnç bibîr xist ku li gel kurê wê 71 kes hatine binçavkirin û 27 jê hatine girtin û got, "Weke malbatên wan, em hatin cem hev û ji bo azadiya zarokên me, ji bo azadiya berxwedêrên Gezî me biryar dan derketin kolanan."
Tûnç diyar kir ku li taxa 1 Mayisê 8 şoreşger hatine girtin û got, "Bi rêya çapemeniyê, em hewl didin xwe bigihînin raya giştî. Em dixwazin xwe bigihînin tevahiya malbatên girtiYên Gezî."
'EM LI BENDA HEMÛ MALBATÊN GIRTIYÊN GEZÎ NE'
Tûnç ragihand ku ew he roja Şemiyê saet di navbera 17.00 û 18.00'an de li Galatasarayê tên cem hev û got, "Çalakiya me ya rûniştinê, heta azadiya zarokên me wê dewam bike. Emê li navçeyan, konserên piştgiriya bi zarokên xwe re lidar bixin.
Ti ji me hevdu nas nedikirin. Gava li ber Muduriyet Emniyetê ya Stenbolê, li salonên edliyê disekinîn, dostaniya me pêk hat. Em dixwazin xwe bigihîjin hemû xizmên girtiyên Gezî. Ew dikarin pênûsekê bişkînin, lê bi dehan pênûsan nikarin bişkînin. Em jî dixwazin hêza xwe bikin ye.
Mehmet Ayvalitaş, ciwanekî taxa me bû. Mirina wî li ber çavên min rû da. Em êşa malbatên şehîdan jî parve dikin. Bi dehan gaziyên me hene. Emê biçin serdana malbatên wan jî."