‘Zilma AKP-MHP’ê gihîşte lûtkeyê’

Xizmên girtiyan yên Nobeta Edaletê didomînin destnîşan kirin ku li welat bêedaletî û zilm gihîştiye lûtkeyê.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayî lê nayên berdan, di roja 54’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê pêk anîn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û rêveberên partiyên yên Navçeya Bûcayê serdana malbatan kirin.

Rêveberê HDP’a Îzmîrê Cûma Kolûkisa, destnîşan kir ku girtiyên cezayên wan qediyayî lê nayên berdan, bê sedem nayên berdan û diyar kir ku girtiyên nexweş ku nikarin bi tena serê xwe di girtîgehê de bimînin terkî mirinê tên kirin. Kolûkisa, da zanîn ku ji girtîgehan cenaze derdikevin û wiha got: “Tirkiye qanûnên xwe bi xwe binpêdike. Hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Bi taybetî em vê li her derê li dijî gelê Kurd dibînin. Pêkanînên dewletê li Tirkiyê bêqanûnî, bêedaletî û zilm gihand asta herî jor.”

‘DIVÊ HER KES XWEDÎ DERKEVE’

Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk jî xwest ku her kes xwedî li nobetê derkeve û wiha axivî: “Dayik ji bo zarokên me hemûyan nobetê digirin. Ne tenê HDP, divê CHP, DEVA, Partiya Gelecek û hemû partiyên din xwedî li çalakiya dayikan derkevin. Me di biryara Doza Geziyê de dît, heke em li dijî vê bêedaletiyê dest nedin hev wê wisa berdewam bike.”

Yek ji welatiyan a serdana Nobeta Edaletê kir Rahîme Tûran jî wiha got: “AKP dibêje ez misilman im. Mafê dayikan li cem wan namîne. Li hemû welatan ji ciwanan û dayikan re şert tên başkirin. Lê li ciwanên me girtin û mirin tê ferzkirin. Em edaletê dixwazin.”