Zarokên Kobanê li benda mamosteyên Kurdî ne

Zarokên Kobanê li benda mamosteyên Kurdî ne

Bi hezaran zarokên Kobanê yên li konbajaran hatine bicihkirin li benda perwerdeya bi Kurdî ne. Li konan du ji Kobanê çar mamostayên bi dildarî perwedeyê didin zarokan banga ‘bi lezgînî pêwîstî bi pirtûkên Kurdî, lênûsk û çavkaniyan heye’ li saziyên perwerdeya Kurdî kirin.

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê nêzî 200 hezar welatî axa xwe terikandin û hatin navçeya Pirsûsê û li devarên din ên Rihayê bi cih bûn, di bin şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê didin. Tenê li Pirsûsê zêdetirî 120 welatiyên Kobanê li Pirsûsê li ber xwe didin. Pêdiviyên welatiyan ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve bi pêşengiya şaredariyê DBP’î û saziyên sivîl ên civakî û mirovên dildar ve tên bicihanîn. Li Pirsûsê 4 konbajarên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatine danîn hene. Li van konbajaran li gorî derfetan ji bo welatiyên Kobanê alîkarî tê dayîn. Li konbajaran yek ji pirsgirêkê ku derdikeve pêş pêdiviyên zarokan a perwerdeyê ye. Li konbajaran tenê li Konbajarê Rojava ji aliyê mamosteyên dildar ve Konê Perwerdeyê ya Ehmedê Xanê hate vekirin. Li kon ji aliyê 4 mamosteyên dildar ku du ji wan ji Kobanê ne ve bi sedan zarok tên perwerdekirin. Li vir ji bo hemû zarokên konbajar perwerde tê dayîn. Ji mamosteyên dildar Fîdan Kanlibaş û Edîp Merîç ji bo pêdiviyên zarokan ên perwerdeyê bi cih bînin dixebitin û dibêjin gelek pirsgirêkan jî dijîn. 

‘BI LEZGÎNÎ PÊWÎSTÎ BI MAMOSTEYAN HEYE’

Ji mamosteya Edîp Merîç diyar kir ku ewil ji bo perwerdeya zimanê dayikê pêdivî bi materyalan heye û wiha got: “Li ser lênûskên em bi kar tînin Tirkî dinivîsîne. Gelek heval pirtûkên çîrokan dişîni lê ev jî pirtûkên Tirkî ne. Me bi derfetên xwe kompîteran pirtûkên çîrokan dexist hina wan bi kar tînin. Lê ji bilî wê qet nebe pêwîstî bi pirtûkên çîrokan ên bi Kurdî, lênûskên bi Kurdî materyalên bi Kurdî hene.” Merîç da zanîn ku pêwîstiya zarokên Kobanê bi perwerdehiya zimanê dayikê heye û ev tişt anî ziman:

“Pêwîstiya me bi hevalên ku perwerdeya zimanê dayikê didin heye. Li vir hevalên me yên mamosta yên ji Kobanê hene lê ev ne bes e. Tenê konê perwerdeyê li vir heye. Li aliyê din nehatiye danîn. Tenê li Konbajarê Kobanê heye lê li wir jî hê perwerdehiyê destpê nekiriye. Bi lezgînî pêwîstiya me bi mamosteyên ku dikarin bi Kurdî perwerdeyê bidin heye.”

ZAROKÊN BÊDENG

Merîç da zanîn ku li konbajar zarokên 8 salî yên qet naxivin hene û ev nirxandin kir: “Ev zarok bi zarokên din re qet têkilî danayînin. Ji ber vê yekê heke hevalên psîkolog hebin wê pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Em li vir ji bo zarokên 3-10 salî perwerde didin. Dema me ji ber bi perwerdeyê derbas dibe dema me namîne ku em bi zarokên ku pirsgirêkên psîkolojîk dijîn re eleqedar bibin.”

‘DAXWAZA ZAROKAN A VEGERA MALÊ HEYE’

Merîç bilêv kir ku qat materyalên wan ên ku çand û lîstîkên Kurdan bi zarokan bidin naskirin nîn e û wiha got: “Zivistan tê. Niha hewa sar e lê em îdare dikin. Dema hewa zêdetir sar bibe wê pirsgirêka germbûnê derkeve. Ji ber vê yekê divê amadekarî bê kirin.” Merîç got ku ew êvaran bi zarokan re hin aktîvîteyan pêk tînin û wiha berdewam kir: “Di van aktîvîteyan de 20 zarok bi hev re strana ‘Kobanê îro xemgîn e’ distrên. Ev jî nîşan dide ku zarok çiqas hesreta Kobanê dikişînin. Zarok dixwazin vegerin malên xwe.”

 DI PERWERDEHIYÊ DE DOMDARÎ PÊWÎST E

Mamosteya dildar Fîdan Kanlibaş jî diyar kir ku bi taybetî ji bo zarokên di temenê kreşê de ne pêlîstokên bi Kurdî hîn dike heye û wiha berdewam kir: “Yên pêlîstokan dişînin hene; lê em wan nikarin di perwerdehiyê de bi kar bînin. Pêlîstokên ku şaredariyên me çêkirine hene. Li vir pêwîstî bi wan pêlîstokan heye. Heke bişînin vir em ê pir kêfxweş bin. Zarokên ku em perwerde dikin nû nivîsandinê hîn dibin. Pirtûkên ji bo nivîsandinê hene. Pirtûkên li sar wan tîp hene, ji bo me pêwîst e. Li vir 200 zarok nû xwendin û nivîsandinê hîn dibin. Ev kampa me ya herî biçûk e. Em ji bo kampên din jî hewl didin konê perwerdehiyê vekin. Li kampên din jî pêwîstiya me bi mamosteyan heye. Lê tenê ji bo rojeke yan du rojan bixebitin na, di perwerdehiyê de domdarî pêwîst e. Îro ez perwerde bidin sibehê bila mamosteye din bide nabe. Ji ber vê jî mamosteyên ku bên çend hefte li vir bixebitin pêwîst e.”

JI BO MALPER Û KURDÎ-DER’Ê BANG

Kanlibaş anî ziman ku mamosteyên navborî li MAPER û KURDî-DER’ê hene û wiha got: “Ev heval heta niha nehatin serdanê. Bêguman karê wan zêde ye li wan deran jî em dizanin perwerdehiyê destpê kiriye. Ji her MAPER’ê kesek bê wê li vir pirsgirêka mamostayan nemîne. Em pirsgirêka mamosteyan dijîn. Heke di vê mijarê de alîkariyê bidin me em ê kêfxweş bin.”