BI DÎMEN

'Zarokên kesên zarokên me didin kuştin li Qesrê mezin dibin'

Dayikên leşker û gerîlayan, ji hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên agirbesta 3 salan a di navbera dewlet û PKK'ê de xera kirin gotin, "Eger hûn zarokên me bidin kuştin, em ê nebêjin 'bila welat sax be'."

Dayikên leşker û gerîlayan, ji hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên agirbesta 3 salan a di navbera dewlet û PKK'ê de xera kirin gotin, "Eger hûn zarokên me bidin kuştin, em ê nebêjin 'bila welat sax be'."

Dayikên leşker û gerîlayan ên li Êlihê, pêvajoya hatiye xitimandin û biryara şer a AKP'ê ji ANF'ê re nirxandin. 

MELAHAT SARHAN: Kurê min, ji bo radestî Tûgaya Komando ya Kayseriyê bê kirin, berî sê rojan ji leşkeriyê re hat şandin. Piştî mehek li nava yekîneya acemiyan, wê ji qada şer re bê şandin. Li aliyê din, li eniya din a şer birayê min heye. Li dijî birayê min ê gerîla wê kurê min bidin şerkirin. Divê êdî dayikên Tirk bibînin ku hikûmeta AKP'ê bi çi rengî xwe ji vî şerê qirêj xwedî dike. Aliyekî min leşker e, aliyekî min gerîla ye. Cihê Emîne Erdogan û hevserên parlamenterên AKP'ê xweş e. Zarokên wan ne li eniya şer in. Dema xizaniya malbatên leşker û polîsên dimirin dibînim, dilê min pê dişewite. Ji ber ku ew jî mîna me mirovên xizan in. Ev pênc meh in haya me ji Rêberê me nîne. Bi înkarkirina Kurdan, bi zext, qetilkirin û bi meşandina siyaseta li ser cenazeyên leşker-polîsên tên kuştin re zarokên xwe li qesran xwedî dikin. Dibe ku ev 30 sal in nehiştine gelê Tirk van lîstikên qirêj bibînin. Lê belê ji niha û pê ve ez jî di nav de, divê li dû cenazeyê leşkerê bimirin em nebêjin 'bila welat sax be'. Kengî dayikên Tirk bi dayikên Kurd re tevgeriya, hingî wê Qesr nikaribe şer bidomîne.

HATÎCE AYDIN: Zarokên hin ji me li leşkeriyê ye. Kurê min ev 20 sal in li nava refên gerîla ye. Eger me li hemberî hev radike. Weke dayikek zarokên xwe li girtîgeh, çiyê û leşkeriyê heye, bi tenê gotineke min ji van bêwijdanan re heye; bila di desthilatdariya we de êdî xwîna zarokên me nerijin. Zarokên me yên ji neçariyê diçin leşkeriyê, bêguneh in. Gerîlayê ev 30 sal in li çiyayên Kurdistanê ne, çûka di hêlînê de jî neêşandiye. Êdî tevahiya cîhan nas dike ku gerîlayên PKK'ê aliyê Kurd e. Ji bo nenaskirina Kurdan tuyê heta kengî xwînê birijîne? Di roja qiyametê de weke dayikên rondikan dibarînin, ji bo lêpirsîna li îmana Erdogan em ê dozdar bin. Ji bo desthilatdariya xwe, kîn û hêrsê di nava polîs û leşkeran de çêdike û li Kurdistanê serî li rê û rêbazên hovane dide. Xwedê wê hesabê vê bipirse. Çi zerara ciwanên li Pirsûsê gihaştibû Erdogan? Dewleta Erdogan a ku 16 sal in tecrîda li ser Rêberê me didomîne, bombe li ser zarokan ducanî ya li Zergelê barand. Xwedê wê vê qebûl neke. Yekane daxwaza me ew e ku di sedsala 21'an de aqûbeta Erdogan jî bibe mîna ya Saddam. Ricayeke me ji dayikên Tirk heye. 20 sal in min kurê xwe nedîtiye, li aliyê din zarokên me niha li leşkeriyê ne. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û bila zarokên me di vî şerê qirêj de nemirin! Erdogan û Davûtoglû yên şer dixwazin bila zarokên xwe bişînin eniya şer.

ŞUKRIYE SÎNCAR: Birayekî min li leşkeriyê, xwişkek min li nava refên gerîla ye. Erdogan û Davûtoglû yên li hemberî mûxatabê pêvajoya çareseriyê Rêberê me li Îmraliyê tecrîdê dimeşînin, biryara şer dane. Niha dixwazin xwişk-bira bi hev bidin kuştin. Weke dayikên gerîla û leşkeran em naxwazin dilê dayikan bişewite. Dayikên Kurd bi salane ji bo aştiyê dadikevin qadan. Eger dayikên Tirk jî naxwazin di vî şerî de zarokên xwe ji bo berjewendiyên desthialtdariyê ji dest bidin bila dakevin qadan û bêjin ku ew jî şer naxwazin. Ji bo pêşîgirtina li rijandina xwînê, ji bo leşker, polîs û gerîla nemirin, girîng e pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî, divê em hemû seferber bibin. Di rewşeke berevajî de wê zarokên Erdogan nemirin! Wê zarokên gundiyên xizan ên Tirk bimirin. Ev xak têra vexwarina avê bû, em ne şer êdî aştiyê dixwazin.

HEDIYE OZDEMÎR: Kurdê min 24 sal in li nava refên PKK'ê ye. Bi hêvî bûm ku ez ê kurê xwe yê 24 sal in bi hesreta wî me bibînim, lê Erdogan rabû ji nû ve şer da destpêkirin û zarokên me bi şer re rû bi rû hişt. Diyare dilê Erdogan hînê rehet nebûye ku hînê zarokên me yên hatine qetilklirin 20 roj in di bin germa havînê de disekinîne, îşkenceyê li mirovên mirine dike. Gelo li vê cîhanê bi tenê Erdogan dijî? Em dayikên li Kurdistanê nebûn alîgirê mirinê û şer û em ê nebin alîgirê vê. Yekane rica me ji dayikên Tirk ew e ku zarokên xwe nekin qurbanê desthilatdariyê, nekin qurbanê hilbijartinê. Em ê ti carî dest ji gotina aştiyê bernedin. Ew komkujiyan jî bikin, zarokên me li hemberî hev rakin jî, em ê dîsa bêjin aştî. Ji ber ku Rêberê me di aştiyê de israr dike, bi heman e haya me jê nîne. Eger tişte bê serê zarokên me yên li leşkeriyê jî, em ê ti carî nebêjin bila welat sax be. Yên ku hikmê xwe li ser vî welatî heye Erdogan û Davûtoglû ne. Bila kes ne li bendê be ku ji bo ew li qesrê bijî em bêjin welat sax be.

...