Yuksekdag: AKP û Erdogan marjînal bûn

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di serdana saziyên sivîl ên civakî de diyar kir ku her çiqasî hêz li hemberî me bi operasyonên berfireh li dar bixe jî di bingeha xwe de AKP û Erdogan hatine asta marjînalbûnê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di serdana saziyên sivîl ên civakî de diyar kir ku her çiqasî hêz li hemberî me bi operasyonên berfireh li dar bixe jî di bingeha xwe de AKP û Erdogan hatine asta marjînalbûnê. Her diçe ji civaka Tirkiyeyê dûr dikevin. Li hemberî qesr û AKP'ê bloka aştiyê her diçe berfireh dibe.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yiksekdag a ku li hemberî konsepta şer a AKP’ê xistiye dewreyê dest bi serdana saziyên sivîl ên civakî kir bi heyeta ku ji parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş û endamê Desteya Rêveber a  Navendî ya HDP’ê Gunay Kubîlay pêk tê ve çû serdana saziyên sivîl û di vê çarçoveyê de çû serdana KESK û DÎSK’ê. Heyetê li Navendên Giştî yên KESK û DÎSK’ê tiştên ku diqewimin parve kir.

KÎ JI BO DENGAN AŞTIYÊ FEDA DIKE LI HOLÊ YE

Heyeta HDP’ê di serdana Navenda Giştî ya KESK’ê de, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Sekretara Jinê ya KESK’ê Gulîstan Atasoy û Berpirsyara Têkîliyên Gel û Hiqûqê Fatma Çetîntaş heyeta HDP’ê pêşwazî kirin. Piştî hevdîtina ku saetek û nîv ji çapemeniyê re girtî berdewam kir de Yuksekdag pirsên rojnamegeran bersivand. Yalçindag têkîldarî gotinên Yalçin Akdogan ên “Li Dolmabahçeyê mutabaqat tineye, HDP’ê ji bo dengan pêvajo heba kir. Heke Ocalan vê bibîhîze wê bi daran ve berde pey  wan” de bersiva “Kê ji bo dengan pêvajo û aştiya Tirkiyeyê heba kiriye bi awayekî zelal li holê ye” da. Yuksekdag da zanîn ku hikûmeta AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan ji bo dengan pêvajoya çareserî û aştiya Tirkiyeyê heba kiriye.

‘PÊVAJO QURBANÎ PÊŞEROJA KESEKÎ KIRIN’

YUksekdag derbirî ku pêvajoya çareseriyê qurbanî îktidar û pêşeroja kesekî hate kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ji bo ku bigihêje aştiyeke mayînde û hatibû merhaleyeke dîrokî. Ji bo ku em bigihêjin aştiyê pir hindik mabû. Di vî pêvajoyê de hesabên Erdogan ên serokatiyê kete dewreyê. Ji ber ku pêvajoya aştiyê ne li gorî hesabên seroktiyê bû gihiştin vê encamê. Bi vê re jî pêvajo bi siyaseta neçareseriyê ve hate rawestandin. Niha jî hatiye cemidandin û û mekanîzma hatiye rawestandin.”

‘BILA CIVAKÊ NEKIN ŞÛNA EHMEQAN’

Yuksekdag da zanîn ku siyaseta neçareseriyê ya navenda wî Qesr e ketiye dewreyê û hikûmeta AKP’ê jî li ber Qesrê dikeve rêzê û ev yek jî ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve tê kirin û wiha got: “Em qala pêşketina ku li ber çavên hemû Tirkiyeyê pêk tê dikin. Gelê yên li hemberî xwe çi dihesibînin. Gelên Tirkiyeyê û hilbijêran gelo koma ehmeqan in? Gelo dixwazin vê yekê ji me re bibêjin?”

‘WÊNEYÊ HEYÎ BI YEK DEV ÎNKAR DIKIN’

Yuksekdag diyar kir ku hevdîtina Dolmabahçeyê ku li ber çavên hemû Tirkiyeyê pêk hat heye û amadekariyên ku beriya hevdîtinê hate kirin û metna ku hate amadekirin hemû di çarçoveya agahiya serokkomar de bû û nirxandina “Pêvajoya ku bi wêneyên şenber ve encamên ku derketin li pêşberî me ye. Niha rabûne ji jor heta jêr bi yekdevî merhaleya ku hatiye înkar dikin” kir û got ku ev yek ji bo siyasetê tiştekî rûreşî ye.

‘HEKE DEREW BÛ WE ÇIMA GEL MIJÛL KIR’

Yuksekdag bilêv kir ku piştî ku pêvajoya hate vê merheleyê AKP wekî ku ev tişt qet pêk nehatiye tevdigere û ev yek tiştekî nayê qebûlkirin e û wiha axivî: “Me gelek nêzîktayên AKP’ê ku nayên qebûlkirin dît lê derew û înkareke wisa ji bo AKP’ê jî zêde ye. Heta niha we bi derewan gel mijûl kir? Em dizanin tiştên ku qewimîn rast in. Çi gotine divê bi aweyekî zelal deynin holê.”

Yuksekdag wiha berdewam kir: “Ji bo pêkanîna aştiyê, ji bo ku PKK’ê re banga çekberdanê bêkirin di merhaleya krîtîk de bûn. Ji ber ku Erodgan dît hesabên wî yên seroktiyê kete xetereyê mudaxaleyî pêvajoyê kiriye.” Yuksekdag got ku bi vî rengî Erdogan Tirkiye ber bi van polîtîkayan biriye.

'BERPIRSIYARIYA ME YA EM ŞER NEDINKIRIN HEYE'

Yuksekdag diyar kir ku armanca wan a saziyên civakî yên sivîl ziyaret dikin ew e ku "pêşiya şerê dixwazin derbixin bigirin e" û destûrê nadin Tirkiye li ser daxwaza kesekî ber bi şer ve biçe û wiha got: "Em di vê pêvajoyê de ne polîs, gerîla û ti ciwanên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest nedin û bi hev re şer nekin destûrê nadin." Yuksekdag anî ziman ku hikûmeta li hemberî wan çavên xwe sor kirin û ji bîlî desthilatdariya xwe ti tiştî nabîne û wiha axivî: "Di van şertan de divê em peywira xwe ya şer nedin kirin hilbigirin. Em îro bi ziyaretên dikin bi hev re bêjin bikin. Em hemû bi hev re vê yekê bikin. Hêza li hemberî me zalim, zordar û ji bilî desthilatdariya xwe ti tiştê din nafirkire. Werin em hemû bi hev re vî welatî ber bi aştiyê ve bibin."

Yuksekdag da zanîn ku ji bo aştiyê gerên wan dê bidomin û li hemberî şer dê bloka aştiyê qezenc bike. Yuksekdag ji AKP'ê pirsa "Li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdekî dijmirovahî pêk tê û dihesibînin ku dê bidin jibîrkirin" û wiha axivî: "Ewqas bi mantiqekî nayê qebûlkirin û manîplasyonan sûcên xwe vedişêrin û zimanekî wisa bikartîn em jî matmayî dibin. Ji bo rastiyan belevajî bikin bûn pispor. Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Dê kê bi daran biqewirîne dê bibînin. Bi nêrîn û şîroveyên xwe yên vala hewil didin rastiya pirsgirêkan veşêrin."

'EM Ê BI DENG Û DAXWAZA KESÊN LI QESRÊ NAYÊN BIHÎSTIN BIMEŞIN'

Yuksekdag got, "Operasyona HDP'ê di bin bendavê de bihêlin bi tecrîda li ser Birêz Ocalan dan destpêkirin." Yuksekdag bilêv kir ku hewl didin saziyên siyasî bê bawer bikin û wiha pêde çû: "Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin. Em ê di nava hewldanên demokrasî û aştiyê berfireh bikin. Her çiqas hêz li hemberî me bi operasyonên berfireh li dar bixe jî di bingeha xwe de AKP û Erdogan hatine asta marjînalbûnê. Her diçe ji civaka Tirkiyeyê dûr dikevin. Li hemberî qesir û AKP'ê bloka aştiyê her diçe berfireh dibe. Ti kes şer naxwaze. Yên vî şerî dixwazin qesr û hevparê wî ne. Em ê bi kesên deng û daxwazên wan li qesrê nayên bihîstin re bimeşin. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin û em ê di vê çarçoveyê de bi CHP'ê re jî hevdîtinê bikin."