Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî mijarê peyama sersaxiyê belav kir.
Peyama sersaxiyê wiha ye: "Kesên ku jiyana xwe ji bo armancên bilind ên ku xizmeta hezkirin û aştiyê dikin, feda dikin ew mirovên ku nikarin di jiyana gelan de ji nedîtî ve bên dîtin. Bi taybet yên ku bi tena serê xwe bi têgînên nijadperestî re ku di nava civakê de wekî şaneyên kanserê belav bûne, rû bi rû mane û valahiyên nijadî yên ku di ferhengên wekhevî û edaletê de tune ne, çêdibin."
Agahiya mirina Serpîskopos Emerîtus Desmond Tutu xemgî xista dilê hemû hevalên wî yên li seranserî cîhanê. Ew kesayet bi feresetên exlaqî ya xurt bû ku gelek hewl da ku bigihêje guhertineke aştiyane li Efrîkaya Başûr û di sala 1984' de Xelata Nobelê ya Aştiyê ji ber hewldanên wî yên di şerê li dijî rejîma nîjadperest de, wergirt. Her wiha di Nîsana 2013'an de wî xelata Templeton wergirt, xelata ku berê ji hêla Dayika Teresa û Dalai Lama ve hatî wergirtin.
Metran ku hevdemî Nelson Mandela bû, sembola têkoşîna li dijî rejîma nîjadperest bû. Di heman demê de wî têgîna "neteweya bûka baranê"ji bo danasîna pir-etnîkî afirand.
Em Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi xemgînî agahiya mirina kesayetê wekhev û aştîxwaz di navbera pêkhateyan de bihîst. Ji ber ku em hemû hewldanên takekesî, kolektîf û navneteweyî yên ji bo bidestxistina wekheviyê di navbera pêkhate û komên civakê de bilind dinirxînin û hewl didin ku bi rêya pejirandina van armancan di sîstema xwe ya parastina mirovî de, wekheviyê xurt bikin û destên xwe bixin destê hemû hewldanên mirovî yên ku xizmeta prensîbên wekhevî û redkirina nijadperestiyê dikin. Em ji ber mirina Metran Desmond Tutu ji hemû têkoşerên wekheviyê yên cîhanê re sersaxiyê dixwazin û helwestên wî yên ji bo piştgiriya doza Kurd ji dil û can bi bîr tînin.''