Di êrîşa rejîma Sûriye ya li ser taxa Kurdan de 12 kesn jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. YPG’ê Artêşa Sûriyeya Azad û rejîma Sûriyeyê hişyar kir. YPG’ê got; “Tu êrîşên li hemberî Kurdan bê bersiv namîne.”
Berdevkê Çapemeniyê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Îbrahîm der barê mijarê de ji Stêrk TV re axivî û got; “Berpirsê sereke yê êrîşê rejîma Sûriye ye.”
Îbrahîm bi bîr xist ku wana wek hêzên YPG’ê peywira parastina Rojavayê Kurdistanê û hêrêmên din ên Kurdan girtine ser xwe û got; “Berpirsê yekser ê êrîşê rejîma Sûriyeyê ye. Me nedihişt ku êrîş û rageşiya di navbera rejîma Esas û Artêşa Azad de bigihin taxa Kurdan.”
Berdevkê Çapemeniyê yê YPG’ê ragihand ku artêşa Azad ewlehiya taxa Kurdan bin pê kiriye û got; “Em dê helwestek tund nîşanî vê yekê bidin. Em nahêlin tu çekdar bikevin taxên Kurdan. Dixwazin aramiya di nava Kurdan de xirab bikin.”
Berdevkê YPG’ê da zanîn “Em dê xwedî helwest û bersiv bin. Em qebûl nakin ku tiliya Kurdek tenê jî xwîn jê bê. Hemû hêzên leşkerî divê vê yekê bizanin. Divê rejîma Esad jî vê yekê baş bizane ku ev êrîş dê bê bersiv nemîne.”