YPG`ê bajarokek û 4 gund rizgar kir

YPG`ê bajarokek û 4 gund rizgar kir

Hêzên YPG'ê bajaroka Til Berek ku nêzî 45 kîlometreyan dike başûrê Qamişlo ji komên çete rizgar kir. YPG her wiha 4 gundên derdora bajarokê Til Hemîs ji komên çete yên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, hêzên YPG'ê îro serê serê sibehê li herêma bajaroka Til Berek ku dikeve navbera Qamişlo û Hesekê li dijî komên çete operasyon da destpêkirin. Çavkaniyan diyar kir ku di operasyonê de bajaroka Til Berek hatiye rizgarkirin û gelek navendên komên çete yên li derdorê hatine bidestxistin.

Operasyon li herêma başûrê Qamişlo didome.

Bajaroka Til Berek di navbera Hesekê û Qamişlo ye nêzî 45 kîlometre dûrî Qamişlo ye.

Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (PYG) ragihandin ku yekîneyên wan li ser daxwaza niştecihên herêmê derdora bajarokê Til Hemîs dest bi operasiyonek leşkerî kirine. Çavkaniyan dane zanîn ku duh êvarî li dordora gundên Ebû Xezef, Xenamiyê û herdû gundên Bizoniyê di navbera yekîneyên wan û komên çete yên DAIŞ`ê de pevçûn rû dane û di encamê her çar gund ji komên çete hatine rizgar kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku operasiyona wan dê heta rizgarkirina tevayî herêmê dê dewam bike.

YPG’ê di saetên sibê de Bajaroka Til Berek di navbera Hesekê û Qamişlo ye nêzî 45 kîlometre dûrî Qamişlo ye ji komên çeteyên DAIŞ rizgar kiribû.

Operasyona YPG’ê li herêmê didome…