Yilmaz Guney li Kolnê hat bîranîn

Yilmaz Guney li Kolnê hat bîranîn

Derhênerê navdar ê sînemayê Yilmaz Guney, di 30. salvegera ji destdayîna jiyana xwe de li bajarê Elmanya Kolnê hat bîranîn.

Di 30. salvegera wefata xwe de Yilmaz Guney li bajarê Elmanya Kolnê bi çalakiyekê hat bîranîn. Li Ezgî Centerê duh saet di 14:00 de bi beşdariya bi sedan kesî Weqfa Yilmaz Guney merasîmek bîranînê organîze kir.

Li salona ku pankarta bi nivîsa "Yilmaz Guney dijî, Kobanê li ber xwe dide" daliqandî, li ser jiyana Guney sînevîzyon hat nîşandan û dûre beşek ji fîlmên wî hatin berhevkirin. 

Di axaftina li ser navê Weqfa Yilmaz Guney hat kirin de hat gotin, "Mirin hene, li dû xwe ji bilî kevirekî gorê tiştekî nahêle. Lê mirin hene, kesê miriye bi berhemên xwe her dijî. Mirina Yilmaz Guney jî mirineke bi vî rengî bû. Û ya herî girîng jî wî bi sekna xwe li dijî zilmê serî netewand, her tim li cem bindestan cih girt û bi têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê û paşverûtiyê re her tim di nav me de ye. Lewma helwest û sekna wî ji bo me mîrateyeke, em têkoşîna wî dewam dike, em ê dewam bikin."

Li dû axaftinan bi dorê Kolektîf Sanat Redd Duşun, Mehmet Çetîn (Helbestvan), Zeynep Hayir (vokal), Huseyîn Şahîn (Helbestvan), Alî Haydar Can (vokal), Fatma Sefer (vokal), şanoger Mûrat Gur, Mio Hamman (keman), Ohannes Karakaş (sînevîzyon), Larz Heitmann (klasîk gîtar), Îlemî Kemonah (çello), Pinar Yildiz, Memo Gul û ehşa Bakirciyan derketin ser dikê.