Yildirim: Em ê di 14’ê Gulanê de hesab ji rejîma AKP-MHP’ê bipirsin
Serokê Koma Meclîsa HDP’ê yê Berê Ahmet Yildirim, wiha got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo Kurdan wê encamên girîng derbixe. Derfetek wiha di dîrokê de, kêm tê pêşberî me.”
Serokê Koma Meclîsa HDP’ê yê Berê Ahmet Yildirim, wiha got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo Kurdan wê encamên girîng derbixe. Derfetek wiha di dîrokê de, kêm tê pêşberî me.”
Serokê Koma Meclîsa HDP’ê yê Berê Ahmet Yildirim têkildarî 14’ê Hilbijartina Serkkomariyê û Hilbijartinên Giştî yê Parlamenteriya Dema 28’emîn ji ANF’ê re axivî.
Yildirim diyar kir ku ew bi pirsgirêkên welêt ên hundir û ji derve re, xwe ji bo hilbijartinan amade dikin û anî ziman ku di encama polîtîkayên desthilatdariyê de, krîza ekonomîk çêdibe û ev bi erdheja ku 6’ê Sibatê qewimî re, ev krîz êdî nayê veşartin.
Yildirim bal kişand ku di dîroka komarê de gelek meseleyên qedîm nehatine çareserkirin û ev tişt got: “Em bi gelek krîzan re ber bi hilbijartinê ve diçin. Polîtîkayên ku daxwazên guhertinê yên ciwanan berçav nagirin, wê ti carî bi ser nekevin. Doza girtinê ya li ser HDP’ê, bi saîqên siyasî hatiye vekirin. Lê siyaseta Kurd a demokratîk gelek bi tecrube ye. Li dijî vê doza girtinê, xwestin bikin kel û pela bikaranînê. Ev hêrs û nefreta ku di van demên dawî de li dijî siyaseta Kurd zêde bûye, ji wir tê.”
‘JI BO KURDAN WÊ ENCAMÊN GIRÎNG DERBIXE HOLÊ’
Yildirim îşaret pê kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo Kurdan wê encamên girîng derbixe holê û got: “Helbet ev hilbijartinek a Tirkiyeyê ye. Helbet 85 milyon mirovên ku li Tirkiyeyê dijîn, eleqeder dike. Em ê hesabê bi vî rengî ji Erdogan û sîstema ku wî ava kiriye, bipirsin. Em ê weke demokratîk li qada siyasî hesabê bipirsin. Yên hewl didin me tune bikin, bi berxwedanê bersivê dibînin. Wê ew bi xwe ji siyasetê tune bibin. Derfetek wiha di dîrokê de kêm tê pêşberî me. Dîrok ji vî alî ve derfetek e.”
Serokê Koma Meclîsa HDP’ê yê berê Ahmet Yildirim bang li kesên ku ji derveyî welat deng bi kar bînin kir û got ku hilbijêrên ji dervey welêt wê encamê biguherînin.