Yekitiya Ewropayê dê çavkaniyên behrê yê Rojavayê Sahrayê dagir bike

Yekitiya Ewropayê dê çavkaniyên behrê yê Rojavayê Sahrayê dagir bike

Yekitiya Ewropayê di 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de bi peymaneke nû ya ‘Peymana Masiyan’ bi Fasê re ku mafê gelên Rojavayê Sahraya binpê dike û biryara ku Netewên Yekbûyî girtiye, tune dihesibîne, îmze kir.

 Di 35’emîn salvegera nasandin mafan ya ku dê Gelê Rojavayê Sahrayê qedera xwe bi xwe tayîn bikin ya ku Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî biryara wê dabû. Lê dema mijar dibin berjwendî tu  welatên Emperyalîst  sazî û biryaran nas nake.

Bi saya peymana ku dê welatên Yekitiya Ewropayê (YE) dikaribin li peravên Fas û Rojavayê Sahrayê masiyan bigirin, Fas ya ku ji sala 1975’an û heta niha Sahraya Rojava di destê xwe de digire salê dê 40 mîlyon Euro bigire. Li gel vê jî kampa penaberan ya Cezayîrê ku nêzî sedhezar penberên Sahraviyî lê dijîn dê di nava birçîbûn û xizaniyê de jiyana xwe bidomînin.

Ev peravên Sahrayê xwedî masiyên herî dewlemend yên cureyê sardunya û murekkepin. Sahraviyî bi sedsalen bi masîvaniyê debara xwe dikin. Di sala 1975’an de Ispanyayê Sahraya Rojava terk kir, piştî ku ji sedî 35 masî û fosfat xist bin garantiyê, destur da ku Fas Sahraya Rojava dagir bike.

 Rêveberiya dagirker ya Fasê masîvanî xistiye bin kontrola xwe masiyên ji wir digire, dişîne fabrîkayên ku avakirine. Bi riya behr û bejayî masiyan dibin Fasê û ev jî çavkaniya herî girîng ya Fasê ye.

Yekitiya Ewropayê di sala 2006’an de peyaman ku welatên endamam dê bikaribin li perava Rojavayê Sahrayê masiyan bigirin, ya bi Fasê re îmze kir. Peyaman ku di sala 2011’an de dema wê tije bû, ji ber ku Swêd û welatên Îskandînavyayê li dijî wê derketin dema wê nehat dirêjkirin. Lê Komîsyona Yekitiya Ewropayê çend meh  berê peyamneke nû anî rojevê.

PARLAMENTERÊN DEMOKRAT SOSYAL: EZ ŞERM DIKIM

Di 10’ê mijdarê de ligel ku Swêd û hinek welatên din li dijî vê derketin jî li parlamentoyê dengdan hat kirin û bi 310 dengî bi Fasê re peymaneke nû ya ‘Masîvaniyê’ hat kirin. Piştî biryar hat girtin, parlamenterên Ewropayê yê Partiya Karkeran a Demokrast Sosyal yê Swêdê Jens Nîlsson wiha got: “Yekitiya Ewropayê qanûnên navnetewî û biryarên hiqûqê yên Netewên Yekbûyî binpê dike. Ger Ewropa hiqûqa navnetewî ne parêrêze, em baweriya xwe dê wenda bikin. Ger wisa be emê nekaribin welatên ku hiqûqê binpê dike rexne bikin.” Ji heman partiyê Asa Westlund jî got; Ez ji wan şerm dikin.

Ligel parlamenterên partiya Çep û Keskan gelek parlamenterên din bertek nîşanê vê dan.

DÊ GAZ Û PETROLA SAHARA JÎ BÊ TALANKIRIN

Tê texmîn kirin ku çavkaniyên herî dewlemend yên petrol û gaze jî li Sahrayê hene. Ev 10 sal zêdetire tekelên petrolê li wir xebatan dimeşînin.

Rejîma Fasê ya dagirker di sala 2001’an de bi tekela DYA Kerr McGee û tekela Fransayê Totalê re peyman îmze kir. Tê texmîn kirin ku ji lêgerîna petrol û gazê 75 mîlyon razemenî hatiye kirin. Piştî rêveberiya Fasê peyman îmze kir şûnde, Netewên Yekbuyî  diyar kir ku lêgerîna petrolê ya li Sahrayê li dijî hiqûqa navnetewî ye.  Ligel vê daxuyaniyê jî xebat didomin.

Serokê rêxistina Western Sahara Resource Watch (WSRW) Erik Hagen, got: “Total li dijî hiqûqa navnetewî bi rêzdarî tevnagere. Beyî ku nêrîna gelê wir bigire lêgerîna petrol û gazê dike.