Yekîtiya Ereban wê êrîşên ku Tirkiye li Iraqê dike nîqaş bike

Yekîtiya Ereban ya ku wê li Cezayîrê kom bibe wê li ser êrîşên ku Tirkiye li Iraqê dike bisekine.

Cîgirê Sekreterê Yekîtiya Ereban Husam Zekî ragihand ku di vê hefteyê de Yekîtiya Ereban wê li ser hinek mijarên welatên Ereb yên weke krîza Suriye, Yemen, Lîbya, Iraq û destwerdana Tirkiye û Îranê bicive.

Cîgirê Sekreterê Yekîtiya Ereban Husam Zekî diyar kir biryar dane ku li ser êriş û destwerdana Tirkiyeyê û binpêkirina serweriya Iraqê guftûgo were kirin.

Duh Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê, ji bo tevlîbûna civîna Yekîtiya Ereban çûbû Cezayîrê.

Wezareta Derveya Iraqê li ser serdanê daxuyanî da û ragihand ku duh Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê li gel hinek wezîrên derve yên welatên Ereb civiyaye, mijar û bernameya civînê nirxandine.