Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ji bo erdhejzedeyan ‘Rêbernameya hiqûqî’ weşand

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ‘Rêbernameya hiqûqî ya ji bo erdhejzedeyan’ a ku piştî sala 1999’an hatibû weşandin, sererast kir û weşand.

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) piştî erdheja li Mereşê ‘Rêbernameya hiqûqî ya ji bo erdhejzedeyan’ sererast kir û weşand.

Di rêbernameyê de li ser rewşa erdhejzedeyan û kesên di erdhejê de xisar dîtine di warê hiqûqa ceza, hiqûqa taybet, hiqûqa îdarêyê, hiqûqa bacê û hiqûqa tendirustiyê de tê sekinandin.

Di rêbernameyê de li ser piştgiriya ji bo ku kesên xanî û dikanên wan hilweşiyane, xisareke mezin dîtiye û mafê erdhejzedeyan jî tê sekinandin.

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) diyar kir ew ê bi erdhejzedeyan re bin.

Rêbernameya hiqûqî ya ji bo erdhejzedeyan li ser malpera TBB’ê tê peydakirin.