Yekîneyên leşkeran beriya 2 mehan çûbûn Stenbolê

Yekîneyên leşkeran beriya 2 mehan çûbûn Stenbolê

Yek ji îfadeyên ku nîşan didin Komkujiya Girtîgehê ya 19'ê Kanûnê çend meh berê ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin, ji  Osman Ozbek hat ku hingî wezîfeya Serokatiya Daîreya Tevgerê ya Fermandariya Giştî ya Jendermeyan dikir. Ozbek ê di doza Komkujiya Bayrampaşa de weke "bersûc" îfade da got, ji Yekîneya Tevgera Taybet a Fermandariya Giştî ya Jendermeyan 500-600 leşker 2 meh beriya operasyonê ji Stenbolê re hatin şandin.

Osman Ozbek ku di dema Komkujiya Girtîgehê ya 19'ê Kanûnê de li Serokatiya Daîreya Tevgerê ya Fermandariya Giştî ya Jendermeyan weke tumgeneralekî wezîfedar bû, di çarçoveya doza Komkujiya li Girtîgeha Bayrampaşayê de weke "bersûc" li 10. Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê îfade da.

WEKE WELATIYEKÎ JI ÇAPEMENIYÊ ŞOPANDIYE!

Ozbek îdîa kir ku weke welatiyekî wî ji çapemeniyê bûyer şopandiye û got, "Ez cihê bûyerê nizanim."

Ozbek da xuyakirin di dema operasyonê de daxwaza yekîneyên leşkerî yên ji bajarên din werin teqwiye ji wan re hatiye ragihandin û got, "Di vê bûyerê de jî ez bawerim ku bi vî rengî fermandar, bi nivîsê ragihandiye. Me tenê ragihandin. Ji bilî vê, ti pêwendiyeke min bi bûyerê re nîne."

YEKÎNEYEK TEVGERA TAYBET A JI 500-600 LEŞKERAN JI STENBOLÊ RE HAT ŞANDIN

Ozbek diyar kir ku ji Enqerê nêzî 500-600 leşker hatine şandin û ev leşker jî Yekîneya Tevgea Taybet a ser bi Fermandariya Giştî ya Jendermeyan e û îdîa kir ku lîsteya navan li gel wî nîne.

Li ser pirsa; yekîne kengî hatin Stenbolê Ozbek got, "Ez di wê baweriyê de me ku 2 meh beriya operasyonê, yekîneyên taybet ji Enqerê çûn Stenbolê."

'BIRYAR DI MGK DE HAT WERGIRTIN'

Osman Ozbek da xuyakirin ku biryara operaysonê di Desteya Ewlekariya Milî (MGK) de hatiye wergirtin û biryara ku operasyon li hemû bajaran di heman demê de bê kirin jî, ji aliyê hikûmetê ve hatiye wergirtin.

Ozbek ragihand ku beriya komkujiyê ew beşdarî civînan bûye û de barê civînên mijara gotinê de ev tişt got: "Tê bîra min ku nûnerên Wezaretên Karên Hundir, Edalet û Tenduristiyê, hin elemanên emniyet û MÎT'ê beşdarî civîneke ez jî lê amade bûm, bûn. Di Tebaxa 2000 de min dest bi wezîfeya fermandariya tevgerê kir. Bûyer di 19'ê Kanûna 2000 de rû da. Civînên mîna vê, hem li Stenbolê hem jî li Enqerê ji 2-3 berê ve dihat kirin. Civîna koordînasyon û nirxandinê ya min behsa wê kir jî, texmîn dikim ku 2 meh beriya bûyera mijara gotinê pêk hat."

Li ser pirsekê Ozbek îdîda kir ku Fermandariya Giştî ya Jendermeyan bi rêya telefona bi krîpto, bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Ferzan Çîtîcî, Serdozgerê Komarê yê Umraniyê û Dozgerê Girtîgeha Bayrampaşayê re der barê operasyonê de axaftin nekiriye.