Yekemîn maşîna fezayî ya xwedî 'mîsyona taybet' hat şandin
Yekemîn maşîna fezayî ya xwedî 'mîsyona taybet' hat şandin
Yekemîn maşîna fezayî ya xwedî 'mîsyona taybet' hat şandin
Di xebatên fezayî yên li gelemperiya cîhanê de rewşeke nû tê jiyîn. Kargeha OHB a li Elmanyayê kar dike ragihand ku, maşîneke fezayî ya biçûk a li dora heyvê bigere, ji bo bicihanîna mîsyona taybet hatiye şandin.
Di daxuyaniya Luxspace ya ser bi kargeha hewayî û fezayî OHB a li bajarê Bremenê kar dike de hat ragihandin, ku maşîna fezayî ya biçûk ji Çînê bi fuzeyekê hatiye şandin û wê li dora heyvê bigere. Hat gotin ku ev maşîn yekemîn maşîna fezayî ya xwedÎ mîsyoneke taybet e.
Di daxuyaniya Luxspace de hat gotin, ku maşîna fezayî ya biçûk bi fuzeya 'Langer Marsch 3' a Çînê hatiye şandin û mezinahiya wê jî 50x30x10 santîmetre ye. Li gorî daxuyaniyê maşîna fezayî ya biçûk, piştî ku carekê li dora heyvê geriya, wê bi qasî 50 hezar kîlometreyî li rêgeha cîhanê vegere.
Maşîna fezayî ya biçûk, di dema rêwîtiya ber bi heyvê de, wê bi alfabeya morsê bi qasî 4 hezar peyamên kurt ji pêlên radyo yên li cîhanê re bişîne.
Rêveberê kargeha Luxspace Jochen Harms ragihand ku maşîna fezayî ya biçûk roja Pêncşemê hatiye şandin û wê 8 rojan li hewayê bimîne. Harms diyar kir ku lêçûnên vê xebatê 400 hezar euro ye.