Roja 12'ê Hezîranê, li eyaletên Saksonya Jêrîn, Schleswîg-Hosteîn û Hambûrgê yên Elmanyayê, li hemberî çeteyên El Nûsra operasyon hatibû kirin. Di encamê de çeteyên bi navê Mûstafa K., Abdullah K., Sûltan K. û Ahmed K. ên welatiyê Sûriyeyê ne, hatibûn binçavkirin.
Çeteyên navborî, piştre bi daxwaza dozgerê federal, ji ber "endametiya rêxistneke terorê ya biyanî" hatin girtin. Dihate gotin ku ev çete tevlî êrîş û komkujiyên Mijdara 2012'an ên li Serêkaniyê bûne.
Yek ji çeteyên ku zext û zora koçkirinê li gelê Serêkaniyê kirin, Abdullah K. ê li girtîgeha Hambûrgê bû, duh danê sibehê li hucreya xwe mirî hate dîtin. Rêveberiya girtîgehê ragihand, Abdullah K. ê welatiyê Sûriyeyê ye, xwe daliqandiye. Lê belê psîkologên berê pê re axivî bûn, gotibûn ku wan di rewşa derûnî ya Abdullah K. de pirsgirêk nedîtine.
MÛXALEFET: BILA BÛYER BÊ LÊKOLÎN
Partiyên mûxalefetê yên li meclîsa eyaleta Hambûrgê jî ji hikumeta eyaletê û Wezareta Edaletê xwestin ku li ser mijarê agahiyên berfireh bidin. Wekîlên ji partiyên mûxalefetê bal kişandin ser valahiya ewlekariyê ya li girtîgehan û xwestin were lêkolîn bê Abdullah K. çawa miriye.
Li gorî dozgeriya federal ku beriya niha daxuyanî da, Abdullah K. û 4 çeteyên din ên hatin girtin, li bakurê rojhilat ê Serêkaniyê di êrîşan de cih girtine û li dijî hêzên YPG'ê şer kirine.
Bi taybetî hatibû destnîşankirin ku Sûltan K. a hate girtin, propaganda çeteyên DAIŞ'ê kiriye. Sûltan K. piştî ku hate Elmanyayê, daxwaza wê ya mafê penaberiyê hate qebûlkirin û piştî demekê her du birayên xwe yên di heman operasyonê de hatin girtin, anî Elmanyayê.
Sûltan K. ji ber ku di medya civakî de, li ser hesabê Facebookê malzemeyê propaganda çeteyên DAIŞ'ê û El Nûsra par ve dikir, bala polîsan kişandibû û bi vî rengî ketibû ber lêpirsînê. Heta operasyona meha Hezîranê, balkêş bû ev endamên çete li xaniyên luks dijiyan.
LI SERÊKANIYÊ ÇI QEWIMÎ BÛ?
Roja 8'ê Cotmeha 2012'an, komek ji çeteyan ji Bakurê Kurdistanê ji sînor derbas bû, kete nava Serêkaniyê û dest bi komkujiyê kir. Di Mijdara 2012'an de şerê li vir giran bû. Şêniyên Serêkaniyê li hemberî êrîşên komên çete yên bi tank, top û çekên giran dest bi berxwedanê kirin. Şervanên YPG'ê û gel bi çekên giran bi mehan li ber xwe dan.
16'ê Çileya 2013'an, komên çete yên bi navê 'Tabûrên El-Farûq, Ehrar Xwêran, Xwurebai El-Şam ve Ehfad El-Rewsûl', li ser rêya Hesekê êrîşî malên sivîlan kirin. YPG'ê dest li çeteyan werda û jiyana sivîlan parast.
Berxwedana YPG'ê û gel 15 rojan dewam kir. Şervanên YPG'ê nêzî şiba trenê bûn û 31'ê Çileya 2013'an di navbera YPG'ê û van komên çete de peyameke agirbestê hate îmzekirin. Agirbestê mehekê dewam kir.
16'ê Tîrmeha 2013'an, vê carê di navbera YPG'ê û çeteyên DAIŞ/El Nûsra de şerekî dijwar dest pê kir. Piştî vî şerî, şervanên YPG'ê 17'ê Tîrmehê bajar û deriyê sînor ji çeteyan paqij kirin.