YE zextên li ser Sûriyeyê sist kir

Yekîtiya Ewropayê diyar kir ji bo alîkarî bi hêsanî bigihêje erdhejzedeyên li Sûriyeyê, zextên xwe sist kirine.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseya Ewropayê rêxistinên alîkariyê ji bo materyal û xizmê bişînin saziyên di bin zextên Yekîtiya Ewropayê de, hewce nake ku destûra pêşîn ji dewletên endam bistîne.

Ev tevdîr wê heta şeş mehan bidome û ji ber krîza cîddî ya mirovî ya li Sûriyeyê hatiye destpêkirin.

YE diyar kir piştî erdhejê wan ji bo pêdiviyên lezgîn ên mirovî 3,5 milyon eûro şandine.

Di sala 2011’an de zextên YE dest pê kiribû. Li ser 291 kes û 70 saziyan zext hebû.