Yadê Taybet hate bibîranîn: ''Kujer dijminên gelê Kurd in''

Yadê Taybet Înan ku dewleta Tirk pişî ew bi hovîtî kuşt û nehişt kes cenazeyê wê 7 rojan ji erdê rake, li Silopyayaê hate bibîranîn.

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, di qedexeya derketina derve de ya sala 2015'an ku 38 rojan berdewam kiribû, YadêTaybet Înan di roja 5'an a qedexeyê de bi tiyê xwe Yûsûf Înan re hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû hiştin. Di salvegera 6'an a kuştina wê de Rêxistina HDP'ê ya Silopiyayê, Dayika Taybet li cihê ku lê hatibû kuştin bi bîr anî. ParlementerA HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî bîranînê bûn. 
 
Bîranîn bi deqîqeyek rezgirtinê dest pê kir û destpêkê Hevseroka HDP'ê ya Sîlopyayê Asûman Kûlter axivî. Kûlter, dayika Taybet bibîranî û got ku heta ku faîl bên cezakirin ew ê tebikoşin. 
 
Piştre Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr, jî bi lêv kir ku qetilkirina dayika Taybet, nîşaneya dijminahiya bi gelê Kurd re ye û wiha got:" Dayika Taybet bû rûmeta hemû gelê Kurd. Yên ku dayika Taybet qetilkirin dijminê gelê Kurd in. Ew kesên ku ev 6 sal in faîlên YadêTaybet aşkera nekirine jî dijminê gelê Kurd in. Kesên ku li ser bedena dayika Taybet polîtîkayên qirêj dan meşandin û komployan pêk tînin ew in dijminê gelê Kurd. 7 roj û 7 şev bedena dayika Taybet li kolanê ma. Ji wê rojê heta niha welat di tarîtiyê de ye. Heta niha jî di vê kolanê de ew taritî heye. Edeleta Tirkiyeyê li kolana ku dayika Taybet hatî qetilkirin  maye. Ev dewlet heger bixwaze ki bi gelê Kurd re jiyanek ava bike, beriya her tiştî divê bi van komkujiyan re hevrû bibe. Ew kesên ku ev hovitî kirin niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Di cîhanê de mînaka vê tune ye. Qetlilkirina dayika Taybet nîşan dide ku ji bo kuştina te hewce nake ku tu endamê partiyekî yan jî rêxistinêkî bî, tu kurd bî bes e. Li ser qetilkirina dayika Taybet 6 sal derbas bûn, lêbelê me ji bîr nekir û em ê ji bir nekin."
 
Piştre li ser navê malbatê keça Înan, Halîme Înan axivî. Înan, diyar kir ku ew ê wê rojê tu caran ji bîr neke û ev tişt got : "Dayika min serhildêr bû. Dayika min tu caran ji bîra min naçe. Hebûna dayika min her tişt bû. Canê min û rihê min bi diya min re bû. Xwedê destê heval û hogiran bigihîne hevdû. Dayika min dayika hemû Kurdistanê ye. Serê me tevan saxbe."
 
Piştî axiftinan li ber wêneyê dayika Taybet qurnefîl hatin danîn. 
 
Piştre şandeya HDP'ê derbasî mala Mela Hesan Sanir ê ku di qedexeya derketina derve de ya navçeyê de li ser nimêjê hatibû kuştin. Li vir jî li ser navê şandeyê parlementer Îmîr axiftineke kurt kir û got ku heta kujerên wan bên ditin ew ê tebikoşin.