Xwediyên Nobelê der heqê îşkenceyê de bang li Obama kirin

Xwediyên Nobelê der heqê îşkenceyê de bang li Obama kirin

12 Kesên xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, bang li Serokê DYA’yê Barack Obama kirin ku îşkenceya ji aliyê Amerîkayiyan ve ku piştî êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê pêk hatine, aşkera bike.

Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, daxwaz kirin ku rapora parlamenter a der barê teknîka pirsên ku ji aliyê CIA’yê ve tê bikaranîn, bê weşandin.

Barack Obama ku wî bi xwe jî jî xelata Nobelê girtiye, di serê meha Tebaxê de îfade kiribû ku DYA’yê îşkence pêk aniye.

Obama got: “Me îşkence li kesan kir” û da zanîn ku wê sînorê dewletê yê li ser rapora mijara gotinê ya der barê teknîkên lêpirsînê  ya CIA’yê ya di navbera 2002-2006’an de pêk hatiye, rakin. 

CIA li dijî weşandina vê raporê derket û gelek caran ji ber vê sedemê hate taloqkirin.

Di nava kesên ku xelatên Aştiyê ya Nobelê girtine Desmand Turu û Serokê Tîmor ê Rojhilat yê berê Josê Ramos-Horta jî heye, gotin: “Lixwemikurhatina Serokê DYA’yê, pêngava yekemîn e ji bo rûpelekî tarî ya welat bê ronîkirin."

Di metna ku li ser malpera înternetê ya "TheCommunity.com" hatiye weşandin de wiha hate gotin: “Weşandina rapora ku ji aliyê Komîsyona Îstîxbarata Senatoyê ve hatiye weşandin, wê dîtina berfirehiya îşkenceya ku hatiye pêkanîn nîşan bide.

Piştî êrîşên 11’ê Îlonê CIA’yê bi gumana ku têkiliya wan bi El Qaîdeyê re heye bi dehan kes girtine û li dijî van teknîkên îşkenceyê bi kar anîne. Obama di meha tebaxê de pêkanîna îşkenceyê qebûl kir û ji roja ku dest bi peywira xwe kiriye got ku dawî li rêbazên îşkenceyê aniye. 12 kesên xelatên Nobelê girtine wê şopdarê vê raporê bin.”