Xoşnav Ata 209 roj in li ber OPCW di çalakiyê de ye
Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî kiribû, Xoşnav Ata ji bo ku OPCW lêpirsînê bide destpêkirin, 209 in di çalakiyê de ye.
Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî kiribû, Xoşnav Ata ji bo ku OPCW lêpirsînê bide destpêkirin, 209 in di çalakiyê de ye.
Çalakvana Fransî Geraldine Franck çû serdana Xoşnav Ata.
Franck di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em ji bo piştgiriyê hatin serdana Xoşnav Ata ku 209 roj in li ber OPCW’ê li ber xwe dide. Tevî ku hat dîtin ku dewleta Tirk gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye jî, bêdengiya OPCW nayê qebûlkirin.”
Xoşnav Ata jî diyar kir heta ku bigihêje armanca xwe wê çalakiya xwe bidomîne.
2 biraziyên Xoşnav Ata bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin û wî jî li bajarê Den Haag ê Hollandayê li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dest bi çalakiyê kiribû.
Dewleta Tirk di van salên dawî de bi awayekî zêde li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî û çekên qedexe bi kar tîne. Li gorî bîlançoya meha Sibatê ya HPG’ê, tenê di meha dawî de 142 caran bi topên fosfor, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş hatine kirin.