Xizmên windayan ji bo Ozdemîr û Atalay li hev kom bûn
Xizmên windayan di çalakiyên li Amed û Êlihê ji bo Mehmet Ozdemîr û Hatîca Atalay li hev kom bûn.
Xizmên windayan di çalakiyên li Amed û Êlihê ji bo Mehmet Ozdemîr û Hatîca Atalay li hev kom bûn.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 672’yemîn de çalakî li dar xistin. Çalakiya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” li Parka Koşûyolû hat lidarxistin û rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdar bûn.Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr hate pirsîn. Ozdemîr di 26’ê Kanûna 1997’an de li Amedê hatibû revandin û piştre tu agahî jê nehatibû stendin.
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar derbarê girtiyên nexweş ên li girtîgehan de daxuyanî da û destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêdetir dibin û di mehek dawî de 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Berkpinar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan û siyasetmedar Aysel Tugluk û xwest demildest werin berdan. Berkpinar da zanîn ku ew di şexsê Ozkan û Tugluk de ji bo girtiyên nexweş bang li saziyên navnetewî dikin ku li ser vê rawestin û bi lezgînî çavdêrî û kontrolê bikin.
Berkpinar bi minasebeta salvegera Taybet Înan (Dayika Taybet) a li Sîlopiyê di serdema qedexeya derketina derve de hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma jî wiha got: “Cenazeyê Taybet Înan 7 rojan li erdê mabû. Ev di heman demê de tê wê maneyê ku rûmet û wijhdanê mirovan 7 rojan li wê kuçeyê hat hiştin.”
Piştî Berkpinar, neviya Mehmet Ozdemîr ê winda Bêrîtan Kaya ya 12 salî nameya ku nivîsandibû xwend. Bêrîtan di nameya xwe de wiha got “Di destpêkê de ez destê wan dayikên têkoşer radimûsim ku ji bo winda bên dîtin û faîl werin darizandin li gel germ, serma, baran û heriyê çakakî dane destpêkirin. Ev çîrok ne ya kalikê min bi tenê ye. Ev çîroka hemû bav û kalên me yên ku bûne qûrbanên cînayetên kiryar nediyar e.
Çîroka me, derdê me, serpêhatiyên me hevpar in. Lê em ê dest ji hilgirtina çîrokên xwe, derdê xwe bernedin. Ez bapîrê xwe dixwazim, ez hevrêyên kalikê xwe dixwazim. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo dîtina mirî û saxên windayan bernedin. Mîna her kesî, daxwazên min hene. Dixwazim goreke bapîrê min jî hebe. Em hestiyên xwe ji we dixwazin. Ez dixwazim ji bapîrê xwe û hevalên wî re bibêjim hestî, çiqas êşê bide min jî lê dîsa dixwazim. Ez rojên ku ez li ser gora kalikê xwe rûnêmm û biaxivim dixwazim. Bêguman ew roj dê werin. Gelek dayikên me ji nav me barkirin û têkoşîna wan edaletê neçû serî. Ez destên we maçî dikim dayikên hêja. Bila cihên we bihişt be. Li cihê ku wan hişt em ê bidomînin. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Windabûna di girtîgehê de sûcê mirovahiyê ye. Em ê dev ji daxwaza ku kiryar bi me re rûbirû bimînin û bên darizandin, paşve neavêjin."
Pişt re jî ji parêzerên Şaxa ÎHD’ê Jiyan Ormanli jî çîrok ango serpêhatiya windakirina Mehmet Ozdemîr parve kir. Ormanli diyar kir ku Mehmet Ozdemîr di sala 1954’an de li gundê Arakî yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve hatiye dinê û zewicî û bavê 7 zarokan bûye. Ormanli da zanîn ku malbata Ozdemîr ji ber zextên dewletê di salên 90’î de bar dikin tên navenda Amedê û Ozdemîr bi karê sewalkariyê re mijûl dibe. Ormanli da zanîn ku Ormanli roja 26’ê Kanûna 1997’an li Amedê dema diçe qehwexaneyê cem hevalê xwe du kesên cilên sivîl li wan û çek di destê wan de wî ji qehwexaneyê direvînin û dibin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin.
Ormanli bal kişand ser doza ji bo Ozdemîr hatiye vekirin û got Miduriyeta Polîsan ewilî destgîrkirina wî qebûl kiriye û pişt re jî red kiriye. Ormanli anî ziman ku tevî hemû hewldanên malbatê û doza hat vekirin jî tu agahî nehat wergirtin û ji ber li Tirkiyê doz hat redkirin malbatê di sala 1999’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê daye û di 8’ê Çileya 2008’an de derbarê dozê de biryara binpêkirinê daye.
Piştî daxuyaniyê ji bo Ozdemîr û windayan deqîqeyekê rêz hate girtin û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 509’emîn de li serê Kolana Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Hatîce Atalay hate pirsîn. Atalay di 10’ê Îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê bi cînayetek kiryar nediyar hatibû kuştin.