Xizmên windayan ji bo Aydinlar û Gumuş ên hatin qetilkirin, daxuyanî dan

Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Cuneyt Aydinlar ê hatî windakirin û Bedriye Gumuş a ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, kom bûn.

Li Êlihê Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 568’emîn de li ser Rêya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiya ku li ber Peykerê Mafên Mirovan hat lidarxistin de wêneyên windayan hatin hildan. Hevserokê ÎHD’ê ya Êlihê Devran Yildiz axivî û serpêhatiya Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê Sibata 1994’an de li navçeya Bakirkoya Stenbolê piştî ku hate destgîrkirin hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin parve kir.

Yildiz da zanîn ku Cuneyt Aydinlar di destpêka salên 90’î de ji Amedê ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê û li Zanîngeha Stenbolê beşa îktisadê dixwîne û polîs wî li Bakirkoyê destgîr dikin û wek her windakirî wî jî dibin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Gayrettepeyê. Yildiz anî ziman ku êşkenceyek giran li Aydinlar hatiye kirin û 14 kesên li gel Aydinlar destgîrkirî bûne tên girtin û piştî tên girtin bi rêya parêzerên xwe dibêjin ku Aydinlar di 20’ê Sibatê de hatiye destgîrkirin û ew ji 2’yê Adarê şûnve nedîtine. Yildiz got ew koma girtî gotine ku polîsan gefên kuştinê li Aydinlar xwarine.

Yildiz da zanîn ku her çiqas doza derbarê windakirina Aydinlar de hat vekirin jî lê bi hinceta demboriyê bi biryara neşopandinê hat bidawîkirin.

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê jî ji ber karesata erdhejê vê hefteyê çalakiya xwe li dar nexistin û daxuyanî nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de serpêhatiya Bedriye Gumuş a li Nisêbîna Mêrdînê di 17’ê Sibata 1992’an de ji aliyê leşkeran ve tê qetilkirin hat parvekirin û hat xwestin ku kujerên Gumuş demildest werin dîtin û darizandin.