Xizmên girtiyan ji bo heyeteke serbixwe bang kirin
Xizmên girtiyan ên ku li Amedê Nobeda Edaletê didomînin diyar kirin ew ê li her qade têbikoşin û divê heyetên serbixwe li girtîgehan lêkolînan bikin.
Xizmên girtiyan ên ku li Amedê Nobeda Edaletê didomînin diyar kirin ew ê li her qade têbikoşin û divê heyetên serbixwe li girtîgehan lêkolînan bikin.
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 108’emîn de berdewam kir. Malbat îro li ber Dadgeha Amedê nobed girtin û daxuyanî dan.
Rêveberên MED TUHAD-FED’ê, OHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşdariya endamên Komeleya Jinan a Rosayê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin tavilê zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û wiha got: “Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji hepsan derkevin. Em naxwazin cezayê girtiyên 28-30 sal in girtî ne, were taloqkirin. Em aştî, mirovatî û wekheviyê dixwazin. Bila hemû partiyên siyasî li ba me bin. Zext û tundiyê bi dawî bikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Kezeba me dişewite. Êdî bes e. Dê û bavê wan û birayên wan mirin lê wan nedîtin. Girtiyên me berdin. Em ê ji bo girtiyên xwe biçin her cihî. Em heq û edaletê dixwazin.”
Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler jî diyar kir ku 108 roj in “edaletê” dixwazin û got: “Qanûnên xwe bi cih bînin. Bi salan e em li benda bav, bira, xwişk û dayikên xwe ne ku bên berdan. Em li pişt doza wan in. Heta qanûn bi cih bên em ê li qadan bin. Em ê li her cihî bin. Em dixwazin şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan û lêkolînê bikin. Bila biçin qawîşan lêkolîn bikin.”
Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan da zanîn ku tenê daxwaziya wan “edalet” e û got: “Zarokên me li ber mirinê ne. Em heqê zarokên xwe diparêzin. Zarokên me nexweş in û em dixwazin bên tedawîkirin. 5 sal in min kurê xwe nedîtiye. Ka heq û edalet? Bi wijdan tevbigerin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.