Xizmên girtiyan ên li Îzmîrê bertek nîşanê erîşên dagirkeriyê dan

Malbatên girtiyan ên li Îzmîrê yên Nobeta Edaletê digirin, êrîşên dagirkrtiyê û zilm û zora di girtîgehan de protesto kirin.

Malbatên girtiyan ji bo serbest berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 50’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê dewam kir. Malbatan di çalakiyê de berdilkên li ser wan hatibû nivîsandin “Deng bide zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn.

Dayika girtî Medet Sever ku li Girtîgeha Bandirmayê tê ragirtin Hanim Sever diyar kir ku ew ji bo aştî û edaletê di çalakiyê de ne û got: “Bila malbata Barzanî vî şerî bide sekinandin û êdî dayik negirîn. Bila şer bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan.”

Sever di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser rewşa siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a ku teşxîsa nexweşiya demansê lê hatiye kirin û wiha domand: “Aysel Tugluk nexweşa wê giran e. Divê were berdan û dermankirin. Em naxwazin cenazeyê wê jî derbikeve. Bila zext û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û zarokên me werin berdan.”

Herî dawî jî Sever ev tişt anî ziman: “Her kesê aştiyê dixwaze tê girtin. Em koçber nînin û li vî welatî dijîn. Dema cezayê zarokên me qediya ye. Lê nayên berdan. Banga min ji bo wezîrê edaletê û serokkomar ew e ku di vê meha rojiyê de edaletê pêk bînin û hinek tiştan bikin. Kurê min ev 28 sal in di girtîgehê de ye. Sûcekî wî tune ye. Bila were berdan.”