BI DÎMEN

Xizma girtî Cîrîk: Me nehişt rûmeta me bê binpêkirin

Ji malbata Bûrhan Çelîk ê 35 sal in girtî ye Adîle Cîrîk got, "Em li pişt zarokên xwe ne ku poşmaniyê red dikin. Me nehişt rûmeta me bê binpêkirin, em ê nehêlin."

GIRTÎ BÛRHAN ÇELÎK

Malbata Bûrhan Çelîk ê girtî diyar kir ku Bûrhan Çelîk ji ber ku got, ew ne poşman e, gelek caran berdana wî hate astengkirin û nerazîbûn nîşanî ferzkirina poşmaniyê da.

Adîle Cîrîk ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku dema li gundê xwe yê li navçeya Omerlî ya Mêrdînê bûn, wan li hemberî zext û ferzkirina cerdevaniyê nehiştin rûmeta wan bê binpêkirin, lewma jî êşkence û zilm li wan hate kirin.

Cîrîk diyar kir ku ew ji neçarî hatin Stenbolê, lê zextê li Stenbolê jî dewam kir, ji ber ku bi Kurdî diaxivîn zext li wan hate kirin, demeke dirêj ji ber Kurdbûna xwe nekarîn xanî jî kirê bikin. Cîrîk ragihand ku ew li jêrzemînan bi cih bûn, zilamên malbata wan li înşaetan xebitîn û got, "Li vê derê jî dewletê dest ji me berneda. Li vir jî diavêt malên me. Ciwanên me dibirin û êşkence li wan dikirin. Ji ber vê yekê me civaka Kurd a li vê derê li hev kom kir. Bi taybetî me dayikan mil dan milê hev. Me dest bi daxwaza aştiyê kir."

'DIVÊ EM WEKE RÊBERÊ XWE SERBILIND BIN'

Cîrîk nerazîbûn nîşanî zexta poşmanî û teslîmiyetê ya dewletê da û destnîşan kir ku li gel bûyerên bi serê wan ve hatin ew serbilind sekinîn, wê vê sekna xwe dewam bikin û got, "Niha çend zarokên me li nava refên gerîla bin, em poşman nînin. Em bi wan re ne. Em ê ti carî poşman nebin. Rêberê me hate girtin, bi salan li girtîgehê ye. Em li derve ne. Ew jî bi tena serê xwe dimîne. Em dayik jî divê weke wî serbilind bisekinin. Ji ber zilma vê dewletê me rojeke xweş nedît. Serokê me îro ji bo aştiyê bang kir. Mirovên me bi destên xwe çekên xwe şewitandin. 35 sal in zarokên me girtî ne. Bûrhan Çelîk 35 sal in girtî ye. Birin hemû girtîgehan. Herî dawî li girtîgeha li Adapazari ye. Her carê derdixînin pêşberî komîsyonê. Dipirsin 'Tu poşman e yan na'. kesekî 35 sal in girtî ye, wê çawa poşman bibe? Ev çi gotin e? Careke din saleke din dirêj kirin. Em dayik li pişt zarokên xwe ne. Em naxwazin zarokên me wê gotinê bibêjin. Bedema me parçe parçe bikin jî em ê poşman nebin. Em ji zarokên xwe yên şehîd bûne hêjatir nîne."

ÊDÎ DEWLETA TIRK BERPIRSYAR E

Cîrîk ragihand ku pêvajoyeke nû ye, ji bo ev pêvajo dewam bike divê dayik hemû rabin ser piyan û got, "Çend sal in em têdikoşin. Em gelek in. Çima zimanê me qedexe ye, çima nasnameya me nîne? Ev bê edaletî li kîjan gelî hatiye kirin? Rêberê me ji bo me ewqas salan têkoşiya. Bi saya wî Kurd gihîştin cihekî. Çi dibe bila bibe divê em xwedî li girtiyên xwe, şehîdên xwe û zarokên xwe yên li nava refên gerîla derkevin. Eger ji niha û pê ve xwîn birije we berpirsyar dewleta Tirk be. Divê êdî zarokên me, neviyên me biçin dibistanên Kurdî. Bi zimanê xwe yê dayikê bêne perwerdekirin. Divê zarokên me ji girtîgehê derkevin, ji gerîla bên û tevlî jiyana azad bibin."