Xîz û çaqil bûn şîfrên rêxistinê!

Xîz û çaqil bûn şîfrên rêxistinê!

Alîkarê Şaredarê Tetwanê Nasir Olçer, ji ber tevlîbûna cenaze û şîna 2 gêrîlayan bûye û hevdîtinên telefonê yên weke ji avadaniyê re xîz û çaqil rêke, hatine îdîakirin ku şîfrene 8 meh zêdetire li girtîgehê ye.

Di 3’yê cotmeha 2011’and e ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve bi hinceta ku endamê ‘KCK’ê’ ye cigirê Şaredarê BDP’ê yê Tetwanê Nasir Olçer hatibû girtin. Di îdianameya ku der barê Olçer de hatibû amadekirin de, tevlibûna merasima cenazayê, serdanên mala şînê, hevdîtineke telephone û di derengiya şevê de ji ber ku girtiyekê hatiye berdan pêşwizî kirin, wekî hincet nîşan da.

Cigirê Şaredarê Tetwanê Nasir Olçer ev 8 mehin girtiye. di îdianameya ku der bare Olçer de hatiye amadekirin cih dide xalên balkêş. Tê gotin ku Olçer di hevdîtineke telefonê de gotinên wî yên ‘xîz û çaqil’ wekî ku muhîmata leşkerî bişîne ji PKK’ê re hatiye nirxandin.

Di heman doze de Abdulmenaf Orak jî tê girtin û di vê hevdîtina telefonê de bi hev re diaxivin. Orak di 17’ê gulana 2011’an de saet 19.55’an de li Olçer re diaxive û dibêj eku dê xîz û çaqilan ji wan re bişîne. Dozger jî ev gotin wekê şîfreyê dinirxîne.

Di îdianameyê de wiha hate gotin: “Cigirê şarederiya Tetwanê Mehmet Nasin û Alî (K) Abdulmenaf Orak ku di nava rêxistina terorê KCK/TM de faliyetan dimeşîne di hevdîtîneke telefonê de behsa amûrê înşatê dike û em mijar di esasa xwe de pevçûna di navbera endamên terorê û hêzên ewlehiyê de qewimiye dihundirîne. Ev pevçûn di 17/05/2010’an de saet 12.45’an de pêk hatiye û hewl didin ku herêma pevçûnê hîn bikin û ji wan re alîkariyê bişînin.”

Dîsa di girtina Olçer de wekî hincet, tevlibûna merasîma cenazaya Yaşar Dîlman ê ji Adîlcewazê ye û Gulîstan Ergul ku ji Xîzanê ye û di pevçûnekê de jiyanaxwe ji dest dane wekî delîl hatin nîşandan.

Delîleke din ya ku îdia dikin ku Olçer endamên rêxistinê ye hevdîtineke telefonê yak u bi Abdulmenaf Orak re kiriye. Dîsa Olçer û Orak di telefoNê de behsa berdana girtiyê bi nave Musa Aslan dikin û dibêjin ku em biçin pêşwazî bikin. Ev yek jî wekî delîl tê nîşandan. Di îdianameyê de tê gotin ku ji Tetwanê heta Bedlîsê 25 kîlometre çûne û ev yek têrî endamtiya rêxistinê dîtine.

Hevdîtina ku di navbera wan de derbas dibe wiha ye;

Abdulmenaf : Ez Elî.

M. Nasir Olçer :He belê ez li malê me kerem bike.

Abdulmenaf : Ya hevalek berdane. Kes tune here bigire . (Ji ber sedema propagandayê ceza girtiye. Musa Aslan)

M. Nasir Olçer : Belê

Abdulmenaf : Ez werim em herin ne wisa?

M. Nasir Olçer : Belê belê

Abdulmenaf : ee tamam ez niha têm, hema niha têm. Em hema biçin

Xîz -Çaqil: xwezayî û çêkirî her cins jî bi mînerelê tije ye. Heta 100 mm yî mezinahiya wna cur bi cure û neşikestî an jî şikestîne.