Xelkê Hatayê bi hêrs in: Bila hikûmeteke wiha nebe!
Li gel ku 14 roj bi ser erdhejê re derbas bû, pêdiviyên bingehîn ên xelkê Hatayê nayên pêşwazî kirin. Xelkê Hatayê gotin, “Bila hikûmeteke wiha nebe.”
Li gel ku 14 roj bi ser erdhejê re derbas bû, pêdiviyên bingehîn ên xelkê Hatayê nayên pêşwazî kirin. Xelkê Hatayê gotin, “Bila hikûmeteke wiha nebe.”
Li bajarê Hatayê ku ji ber erdhejê zirareke mezin dît, li taxên ku pêdiviyên gel ên bingehîn ên wekî av nayên pêşwazî kirin, têkoşîna gel didome.
Li van taxên ku ji aliyê dewlet û hikûmetê ve tu alîkarî nayê dayîn, gel li aliyekî hewl didin xwe bigihînin cenazeya xizmên xwe yên di bin kavilan de, li aliyê din jî di şert û mercên zivistanê de cihên sitirînê digerin.
Mexdûrên erdhejê ku di şert û mercên zehmet de bi derfetên xwe hewl didin xwe li jiyanê bigirin, ji ANF’ê re axivîn.
Li Taxa Armûtlûyê ku piraniya xaniyên wê hilweşiyan e, gel bi rojan li bendê bûn ku xizmên wan ên sax û mirî di bin kavilan de bên derxistin. Li taxên ku AFAD’ê alîkarî neda, gel bi saya alîkariya TKP û TOP’ê karîn xwe bigihînin xwarin û cilan. Gel bi rojan bê înternet û bê kon man.
Ji şêniyên taxê Mehmet Alî Can ê ku bertek nîşanî vê rewşê da, diyar kir ku li gel ku çend roj bi ser erdhejê re derbas bûye jî, tu kon negihiştiye ber destê wan.
Can, destnîşan kir ku desthilatdarî hemû alîkariyê ji alîgirên xwe re belav dike û wiha got, “Ji me bacê distînin, lê alîgirên xwe xwedî dikin. Heta îro tenê kesên dildar hatin vê taxê. Ji bo alîkariyê ji derveyî welat jî hatin. Lê ka ev dewlet? Ev hikûmet li ku ye? Divê rewşê de jî propagandaya hilbijartinê dikin. Bila hikûmeteke wiha nebe.”
Şeniyên taxa Harbiye jî li gel ku 14 roj bi ser erdhejê re derbas bûye, lê hîna jî pêdiviyên wan ên bingehîn nehatine pêşwazî kirin.
Yek jî şeniyên taxê Halît Demîr diyar kir ku di sê rojên ewil de tu alîkarî nehatiye dayîn û anî ziman ku gelek xwarinên ku ji aliyê dildaran ve hatin belavkirin, leşkeren birine Qereqola Defneyê.
‘EGER ALÎKARÎ NEDIN, ÇIMA HIKÛMET HEYE?’
Taxa Sûbaşi jî yek ji wan taxên ku ji aliyê dewletê ve tu alîkarî nayê dayîn e. Gel perîşan bûye, bi pêxistina agirê hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Ji şeniyên taxê Bahar Demîr anî ziman ku ji ber ku kon tune ye ji roja erdhejê ve li êzingxaneyê dimînin. Demîr got, “Ji aliyê hikûmetê ve tu alîkarî nehat dayîn. Wê demê çima dengan digirin? Wê demê çima hikûmet hete? Qet eleqedar nabin. “
‘BI ZAROKAN RE PERÎŞAN BÛNE’
Mexdûrên erdhejê yên li taxa Guzelbûrç a Antakyayê ku heman mexdûriyetê jiyan, diyar kirin ku êdî tu hêza wan nemaye.
Nexweşa tansiyonê Semîre Şahûtoglû ya 67 salî jî got ku tu pêwîstiyên wan nehatine pêşwazî kirin û bi zarokan re perîşan bûne.
Şahûtoglû diyar kir ku dema bûka wê di bin kavilan de sax rizgar kirine wê sewqî sewqî nexweşxaneye taybet kirine û jê pere xwestine û wiha got, “Bûka min di bin kavilan de ma; ji ber ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin, me wê bi derfetên xwe derxist. Ji piyê xwe birîndar bûye. Bûka min sewqî nexweşxaneyeke taybet a Edeneyê kiribûn, lê di vê rewşê de jî mesrefên dermankirinê xwestin. Ji xaniyê me tiştek derneket; ne pere ne jî tiştekkî din. Em li kolanan in. Em alîkarî ji dewletê dixwazin, em jî hemwelatiyên vî welatî ne. Zarokên me perîşan in, cihê razanê tune ye. Ma em çibikin, bimirin? Xwedê ne kuşt, ma ev şert û merc bikujin?
‘PIŞTÎ ERDHEJÊ BI ROJAN ENCEX KARÎN XWE DERMAN BIKIN’
Seren Şahûtoglû ya ku di bin kavilan de ma û bi alîkariya xizmên xwe derket, diyar kir ku lingê wê yê rastê perçiqiye, lê ji ber ku nexweşxane tuneye bi rojan nikare bê dermankirin.
Şahûtoglû anî ziman ku, encex ew kariye rojek berê lingê xwe nîşan bide û wiha got: “Di lingê min de êşek giran heye. Av komkiriye. Duh ji aliyê bijîşkên ku bi dildarî li konan geriyan ve hatim derman kirin."
Neval Şahûtoglû ya ku di erdhejê de dolab bi ser wê de ket û ji parsûyên xwe birîndar bû wiha got, “Malbata min bi hewldanên xwe, me ji binê kavilan derxistin. Ma ne heyfa vî gelî ye? Em naxwazin di roja hilbijartinê de bên, ger bixwazin wê îro bên. Bi rojan e ne kes tê û ne jî diçe.”
‘DEWLET QET NEHAT VIR’
Li Taxa Yenîçagi welatî ji ber ku nikarin têkevin malên xwe yên ji ber erdhejê zirar dîtibûn bi êxistina agir hewl didin xwe germ bikin. Ji niştecihên taxê Nesrîn Delî jî anî ziman ku, ji ber tuwaleteke gerok tunebû, ew neçar man li baxçeyan pêdiviyên xwe bi cih bînin û ev 13 roj in li bendê ne ku konê bînin taxê. Delî da xuyakirin ku di warê zexîreyan de jî pirsgirêkên wan ên mezin hene û got ku dewlet qet serdana wan nekiriye û ew bi lezgînî li benda alîkariyê ne.
‘PEYAMA BIMIRIN, BIMÎNIN Û ÇI HALÊ WE HEBE BIBÎNIN DAN’
Yelîz Gultekîn a ji ber ku li Taxa Karaçayê ya Samandagê kon tunebûn bi malbata xwe re li seraya fêkî û sebzeyan ma, destnîşan kir ku dewletê wan terkî qederê kiriye. Gultekîn got, "Mala me xera bûye, ji dewletê kesî telefon nekiriye. Kon nehat, tiştek nehat. Beriya niha bi du rojan pisporekî Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê hat û xisara mala me ya ku stûnên wê hilweşiyabûn tesbît kir û got me ‘nekevin malê.’ Ne dewlet, ne AFAD û ne jî Heyva Sor; Ti kes nehat vir."
Gultekîn diyar kir ku, keça wê yê mezin xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade kiriye û got ku, hemû pirtûkên wê di mala wê ya ku wêran bûye de mane. Gultekîn bilêv kir ku ew hewl didin li taxa ku kes lê nayên ewlehiya xwe bi xwe pêk bînin û wiha domand, “Em ji binî ve hatin jibîrkirin. Peyama hun dimirin, dimînin û çi halê we hebe bibînin hat dayîn. Qet nebe bila alîkarî dabana van zarokan. Em yên mezin dikarin çareyê serê xwe bibînin, lê zarok di rewşek pir xirab de ne.”
'LI SERAYÊ AMADEKARIYA EZMÛNÊN ZANÎNGEHÊ DIKE'
Keça Yelîz Gultekîn a 17 salî Sekîbe ku di serayê ku lê dimîne de ji bo ezmûna zanîngehê amadekariya xwe dike got, “Ez diçûm dibistanê. Dibistan jî hilweşiya. Em wisa man. Dîsa jî ez amadekariya ezmûnan didomînim, lê pirtûkên min ên amadekariyê tune ne, ew di xaniyê wêrankirî de ma. Em nikarin bikevin malê ji ber ku derence hilweşiyan."
'AFAD TENÊ JI DÛR VE NÊRÎ Û WÊNE KIŞAND'
Meltem Kose ya ji ber ku li Taxa Odabaşi ya Antakyayê kon tune ne bi malbata xwe re di serayê de dijî, diyar kir ku AFAD'a ku tu alîkarî nekiriye tenê hatiye û ji dûr ve mêze kiriye, wêne kişandiye û çûye. Kose da xuyakirin ku, bi alîkariya dildarên hatine taxê wan kariye zikê xwe têr bikin û got ku ji bo ku germ bibin pêwîstiya wan bi lezgînî bi sobe û konê heye û wiha axivî, “Ev 10 sal in ez mamosteyeke ku nehatime tayînkirin im. Bi gelemperî ez di atolyaya reçelan de dixebitîm. Lê niha ez bê kar mam. Ji ber ku atolya min di rewşek xirab de ye û êdî di rewşeke ku mirov nikare bikar bîne de ye.”
'ŞAREDARIYA MURATPAŞA ALÎKARÎ ASTENG KIR'
Mexdûrê erdhejê Kader Çobanoglû ku li heman serayê dimîne, bal kişand ku alîkariyên ji Antalyayê tên ji aliyê Şaredariya Mûratpaşa ve bi awayekî kêfî tên astengkirin.