Xelatên Huseyîn Çelebî tên aşkerakirin

Xelatên Huseyîn Çelebî tên aşkerakirin

Kesên di aktîvîteya 22. a Huseyîn Çelebî de ketine dereceyê dê vê êvarê bi merasîmekê xelatên xwe werbigirin. Aktîvîteya li Frankfurt diyarî kesên li Kobanê û Şengalê jiyana xwe ji dest dane tê kirin.

“Aktîvîteya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî” ku yekemîn aktîvîteya wêjeyê ya demdirêj a Kurdan e, îsal cara 22. pêk tê. Aktîvîte ku ji sala 1993’yan ve ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK)’ê ve tê lidarxistin, wê îşev bi merasîmeke girseyî encamên aktîvîteyê ji raya giştî re bê aşkerakirin.

BI GELEK ZIMANAN BERHEM HATIN QEBÛLKIRIN

Li gel zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî, berhemên Tirkî, Elmanî û Aramî jî ku hatin qebûlkirin bi sedan kesan serlêdan kirin. Endamê Komîteya Amadekar a aktîvîteyê Huseyîn Erdal ev agahî dan: Di nav bi sedan berheman de, me 385 berhem qebûl kirin. Wek salên buhrî berhem herî zêde ji girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên. Di gelek berheman de şoreşa Rojava, Komkujiya Şengal, Berxwedana Kobanê û têkoşîna Azadiya Kurd bûye çavkaniya îlhamê. Me jî ji ber vê aktîvîte diyarî ciwanên Kurd ên li Şengal û Kobanê jiyana xwe ji dest dane kir.”

BERNAMEYA AKTÎVÎTEYÊ

Bernameya Aktîvîteya 22. a Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya wê li SAALBAU Sossenheim  Siegener str. 22  65936 Frankfurt am Main, pêk were wiha ye:

Pêş bername: 14:00-16:30

- Kevneşopiya dengbejiyê û dîroka wê

- Şoreşa Rojava û Xweseriya Demokratîk

Bernameya Êvarî: 17:00-23:00

- Axaftvan

- Merasîma Xelatê û sînevîzyon

- Koma Şano Ax û Zeman

- Mehmet Atli

- Tara Jaff

- Hozan Şemdîn

- Dengê Xwezayê

- Koroya Zarokan a Darmstad

- Xwendina helbestan