WPD li Rojava bi jinan re hate cem hev
WPD li Rojava bi jinan re hate cem hev
WPD li Rojava bi jinan re hate cem hev
Berpirsyara Rêxistina Jinebiyan ya Azadî û Demokrsiyê (WPD) Margaret Owen, li bajarê Rimêlan ji bo hevjînên şehîdan yên herêma Girkêlegê û Dêrikê hevdîtinek pêkanî.
Çalakvana Mafên Mirovan û berpirsyara Rêxistina Jinebiyan ya Azadî û Demokrasiyê (WPD) Margaret Owen, li bajarê Rimêlan bi hevjînên şehîdan yên herêma Girkêlegê û Dêrikê re hevdîtinek pêk anî. Civîn li Navenda Aram Tîgran ya Çand û Huner ya bajarê Rimêlan pêk hat.
Owen di hevdîtinê de ji ninan re axivî û da zanîn ku jin ji bo pêkanîna aşîtiyê xwediyê hêzeke mezin in. Owen got ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yên derbarê azadiya jinan de gelekî bi nirx û watedarin. Owen her wiha da zanîn ku jinên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê berxwdaneke watedar birêve dibin û bal kişan ser tevlîbûna jinan ya di nava saziyên civaka sivîl û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de.
Owen di hevdîtinê de nêrînên jinên beşdar jî guhdar kirin û soz da ku ew ê dengên wan bighînin saziyên navnetewî. Owen her wiha da zaznîn ku ew ê hewil bide ku şaxê Rêxistina Jinebiyan ya Azadî û Demokrsiyê li Rojvayê Kurdistanê jî veke.