Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn ku serdana Girtîgeha Sîncanê kir, piştî serdanê civîna çapemeniyê pêkanî û got, me dengê kesên di çalakiya birçîbûnê de bihîst, di vê mijarê de xebat têne kirin û her wiha xwest dawî li çalakiyên xwe bînin.
Wezîr Engîn ji derketina girtîgehê daxuyaniyek da endamên çapemeniyê û diyarkir ku, hêjan li girtîgehan 680 girtî û hikumxwarî di çalakiya birçîbûnê de ne û got; “Em bi hesasiyetek mezin di şûpînin, ji bo rewşek nerênî rû ne de, em hemû tedbîran digirin.”
Ergîn destnîşan dike ku, çalakiya birçîbûnê ne girêdayî şert û mercên li girtîgehanin û wiha axivî: “Ji dervey şert û mercên girtîgehê, daxwazên ku hûn hemû dizaninin.” Ergin da diyarkirin ku, mafê parastina bi zimanê dayîkê di Kongreya AKP’ê de di hedefa sala 2023’an de ye û di vê rastekê de dest bi xebatê kirine.
Wezîr Ergîn got; “Em van xebatan ji bo pêşkêşî Lijneya Wezîran bikin, amade dikîn. Ez bang li kesên vê çalakiyê de ne dikim, eger armanca we bihîstîna dengê we be, ew deng hate bihîstin û xebat têne meşandin. Ji ber bedenên xwe, tenduristiya xwe û malbatên xwe dest ji vê çalakiyê berdin.”