Wezareta Dadê: Di dema AKP’ê de zêdetirî 100 hezar jin rastî tecawizê hatin
Wezareta Dadê: Di dema AKP’ê de zêdetirî 100 hezar jin rastî tecawizê hatin
Wezareta Dadê: Di dema AKP’ê de zêdetirî 100 hezar jin rastî tecawizê hatin
Di dema desthilat dariya AKP’ê de her ku diçe destdirêjî û tecawiza li ser jinê zêde dibe. Li gorî daneyên ku Wezareta Dadê ê Tirk aşkera kir ku, di dema desthilatdariya AKP’ê di navbera 2002 û 2011’ an de 91 hezar û 449 jin rastî tecawizê hatine.
Wezareta Dadê ya Tirk destdirêjî û tecawizên di dema hikumeta AKP’ê ên di navbera salên 2002 û 2008’an, 2009 û 2011’an de aşkera kir. Di daneyan de xuya dike ku, rêjeya destdirêjiya li hemberî jinê ya di dema hikumeta AKP’ê de her ku diçe zêde dibe. Li gorî vê Wezaretê aşkera kir ku, di navbera sala 2002 û 2008’an de 61 hezar û 469 jin rastî tecawizê hatine, di navbera salên 2009 û 2011’an de jî 29 hezar û 980 jin rastî tecawizê hatine.
Ev tê wateya ku di sala 2002 û 2008’an de ango di salekê de 10 hezar û 244 bûyerên tecawizê rûdane û ev hêjmar di sala 2009 û 2011’an de sedê 45’ê zêdebû û di salekê de 14 hezar û 900 bûyerên tecawizê rûdan.
Hêjayî gotinêye ku hikumeta AKP’ê hertim pesnê xwe bi azadî û demokrasiyê dide. Dema di berjewendiyê hikumeta AKP’ê de be pesnê jina dide, lê di rastiyê de jinê tenê weke amûrek yê pirbûnê dibîne. Di aliyê azadî, maf û cihê jinê yê di civak û jiyanê de nabîne. Hat li hemberî destdirêjî û kuştinên jinan bêdeng dimîne, zagonên ku pêşiya kuştin û destdirêjiyê veke berfireh dike. Bi hezaran tecawizkar û kujerên jinan serbest têne berdan.