Wesayîta Surucu ya HDP’yî rastî êrişê hat

Wesayîta Wekîla HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar hat gulebarankirin.

Li Rihayê, hin  kesên nasnameya wan ne diyar gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu.

Hat diyarkirin ku wesayîta Surucu parqkirî bûye û gule li cama pişt a wesayîtê ketiye û camê kun kiriye û quwana wê ketiye baxaca wesayîtê. Dema ku Surucu xwest li wesayîta xwe siwar bibe êrişa li dijî wesayîta xwe ferq kir û agahî da polîsan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê li ser wesayîta Surucu lêkolîn kirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat diyarkirin ku 50 metre nêzî wesayîta Surucu wesayîta polîsan hebûye.