Wêneyên rojnamevana girtî wê li Swîsreyê bên nîşandan
Wêneyên rojnamevan û wênevana girtî Zehra Dogan wê ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bên nîşandan.
Wêneyên rojnamevan û wênevana girtî Zehra Dogan wê ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bên nîşandan.
Rojnamevan û wênevan Zehra Dogan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye. Wêneyên Dogan wê ji aliyê Şaxê Swîsreyê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve li bajarê Cenevreyê ji bo 3 rojan bên nîşandan.
Şaredariya Bajarê Cenevreyê jî piştgiriyê dide vê pêşangehê. Pêşangeh wê bi navê "Les yeux grands ouverts/Çavên bi temamî vekirî" di navbera 24'ê Mijdarê û 10'ê Kanûnê de li kafe restoran a Alhambarê bê vekirin. Di pêşangehê de wê wêneyên Dogan ên li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Nisêbînê kiriye û zor û zehmetiyên li girtîgehê bên nîşandan.
Pêşangeha wêneyên Dogan, wê bi merasîmekê dest pê bike û axaftina destpêkê jî wê ji aliyê Şaredarê Bajarê Cenevreyê Rêmy Paganî ve bê kirin.
Rojnamevana girtî Dogan çend roj berê hêjayî xelata azadiya ramanê ya saziya bi navê Freethînkers (Yên bi rengekî azad difikirin) hatibû dîtin.