Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat destgîrkirin
Ji welatiyên ku ji şerê Rûsya û Ukraynayê vegeriyan Tirkiyê Mehmet Şerîf Çeçen hat destgîrkirin
Ji welatiyên ku ji şerê Rûsya û Ukraynayê vegeriyan Tirkiyê Mehmet Şerîf Çeçen hat destgîrkirin
Şerê di navbera Rûsya û Ukraynê de di roja çaremîn de berdewam dike. Bi sedan welatî û xwendekarên ji Tirkiyê yên li Ukraynayê li bajarên cuda asê mane. Ji welatiyên ku bi zor û zehmet hatin Tirkiyê li Deriyê Sînor ê Kapi Kuleyê welatiyê bi navê Mehmet Şerîf Çeçen (30) hat destgîrkirin.
Hat zanîn ku Çeçen bi ji ber parvekirinên medya dîjîtal ku ceza lê hatiye birîn, hatiye destgîrkirin. Çeçen ji Amedê ye û hevjîna wî ji Ukraynayê ye û zarokek wan heye. Hat zanîn ku zarok û dayikaxwe li ber Edliyeya Edîrneyê sekinîne.