Welatiyê Kobanê bi lêdanê hat binçavkirin
Welatiyê Kobanê bi lêdanê hat binçavkirin
Welatiyê Kobanê bi lêdanê hat binçavkirin
Welatiyekî ji Kobanê, ku ji bo wesayîta xwe ji çeteyan û dizan biparêze hewl dida ji sînor derbas bike, ji aliyê leşkeran ve bi maşînên zirxî hat zevtkirin û bi lêdanê hat binçavkirin.
Kobaniyên li ser xeta sînor a Til Şeîr-Boydê, ji bo wesayîtên xwe ji çete û dizan biparêzin, xwestin derbasî vî aliyê sînor bikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nêzî 10 Kobaniyan bi wesayîtên xwe re xwe li sînor dan. Yek ji welatiyê Kobanê yê bi rakirina têlên li ser sînor hewl da wesayîta xwe derbas bike, leşkerên Tirk bi maşîna zirxî dan dû wî. Wesayîta Kobaniyan dema derdiket ser asfalda Boydê ji rê derket û lastîkê wesayîtê jê cih derket. Leşkeran welatiyê Kobanê zevt kirin, li wî dan û dûre ew kirin binçavan.