Welat Esen piştî 31 salên dîlgirtinê vegeriya warê xwe Mêrdînê

Helbestvan Welat Esen piştî ku 31 salan girtî ma, di 28'ê Mijdarê de ji Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê hate berdan û vegeriya warê xwe Mêrdînê.

Endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û gelek şêniyên herêmê li balafirgehê Esen pêşwazî kirin. Esen li vir axivî û got, "Ez di wê baweriyê de me ku Serokê me û hevalên me yên din jî wê di demeke nêz de azad bibin. Rojên azad nêzîk in."

Rêveberê TUHAYDER'ê Fettah Tekîn jî anî zimank u her girtiyên têne berdan hêzê dide wan û ew li bendê ne ku girtiyên din jî azad bibin.

Esen piştî pêşwazîkirinê derbasî warê xwe navçeya Dêrikê bû. Li pêşiya navçeyê ji aliyê girseya gel ve bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin û piştre derbasî mala malbata xwe bû.