Wekîlên jin ên HDP û CHP’ê: Bila Arinç lêborînê bixwaze

Li ser gotinên Bulent Arinç ên “Xanimê bêdeng be. Wek jinekê bêdeng be” li hember Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan bi kar anî parlamenterên jin ên HDP û CHP’ê bi civîneke çapemeniyê nerazîbûn nîşan dan. Jinan xwestin Arinç lêborînê bixwaze.

Li ser gotinên Bulent Arinç ên “Xanimê bêdeng be. Wek jinekê bêdeng be” li hember Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan bi kar anî parlamenterên jin ên HDP û CHP’ê bi civîneke çapemeniyê nerazîbûn nîşan dan. Jinan xwestin Arinç lêborînê bixwaze.

Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ê di civîna awerte ya Meclîsê de axivî, heqaret li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan kir. Arinç ji Aydogan a îtîrazî axaftina wî kir re got: “Wek xanimekê bêdeng be. Wek jinekê ti bêdeng be.” Li ser vê yekê parlamenterên jin ên HDP û CHP’ê bi civîneke çapemeniyê nerazîbûn nîşan dan. Cîgira Serokê Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke got: "Wek CHP’ê em van gotinên cinsiyetperest, cudakar, biçûkkirin û mafên jinan binpê dikin bi tundî şermezar dikin. Di bin banê parlamentoyê de ev gotin nayên qebûlkirin. Em wî dawetî lêborînê dikin.”

Piştî wekîlên CHP’ê parlamenterên jin ên HDP’ê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûn nîşanî gotinên Arinç dan. Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku li her deverê cîhanê zilam biryarên şer didin lê parêzvanên aştiyê jî jin in. Buldan got: "Pêwîst e Birêz Arinç vê nêzîkatiya cinsiyetperest deyne aliyekî. Em dixwazin Arinç di serî de jinên HDP’ê lêborînê ji tevayî jinan bixwaze.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî got: “Ev di rastiyê de nîşaneya zîhniyetekê nîşaneya zîhniyeta AKP’ê ya li hember jinan e.”