Vaye belgeyeke din a desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê

Vaye belgeyeke din a desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê

Desteka ku Tirkiye dide çeteyên DAIŞ'ê bi dîmenan hat piştrastkirin. Li ser sînor leşkerên ku di destên wan de çek hene bi çeteyan re hevdîtinê dikin û xatir ji çeteyên ku biçin komkujiyê pêk bînin dixwazin.

Her tim di rojeva Tirkiye û navneteweyî de desteka ku Tirkiye dide çeteyan heye û vê carê ev destek bi dîmanan hat piştrastkirin. Li Kobanê bi dehan welatiyên ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bûbûn û ji ber li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê dihatin rawestandin jiyana xwe ji dest dan. Ligel vê yekê leşkerên tirk bi çeteyên DAIŞ'ê re tên dîtin.

Di Dîmenên ku ketin destên DÎHA'yê yên di 22'ê Cotmeha 2014'an de li Girê Zorava hatine kişandin de 5 çete tên cihê ku welatiyên Kobanê wesayîtên xwe li wir hiştine. Çete eşyayên welatiyan ên ku kêrî wan nayên dişewitînin û eşyayên din li wesayîtan dikin û dibin gundê Siftêkê. Dawiyê 2 çete cardin tên wir û bi 7 leşkerên ku ji wesayîta zirxî peya dibin re hevdîtinê dikin. Di hevdîtia ku bi qasî nîv seatê berdewam kir de leşker xatir ji çeteyan dixwazin û ji wir diçin. Nayê zanîn ku bê çete û leşker çi bi hev re peyivîn lê tişta ku tê zanîn ew çete ji bo komkujiyê berê xwe didin Kobanê û ji wir diçin.