Uzumcu: Hevkariya Sûriyeyê, hêviyê diafirîne
Uzumcu: Hevkariya Sûriyeyê, hêviyê diafirîne
Uzumcu: Hevkariya Sûriyeyê, hêviyê diafirîne
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin, dîrektorê wê Ahmet Uzumcu li Stockholmê bi Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bîldt re civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xist. Li dû civîna çapemeniyê Uzumcu weke axaftvan beşdarî panêleke li Parlamenta Swêdê bû.
Ji ber ku OPCW hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin Uzumcu kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku di nava 16 salên dawî de rêxistina wan di warê tinekirina ji sedî 80 çekên kîmyewî yên li cîhanê de, alîkariyeke mezin daye.
Uzumcu ragihand ku piştî Sûriyeyê peymana tinekirina çekên kîmyewî mor kir, hejmara welatên endamên OPCW derketiye 190'î û destnîşan kir ku hevkariya Sûriyê ya di mijara çekên kîmyewî de, ji bo îlankirina agirbestê li Sûriyê û serketina konferansa aştiyê ya li Cenevreyê hêvî zêde kiriye.
Uzumcu ragihand ku li pêş wan wezîfeyeke zehmet a tinekirina çekên kîmyewî yên Sûriyeyê heye û anî ziman ku ew hêvîdarin çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê heta meha Hezîrana sala pêş, bên tinekirin.
Der heqê îdîayên ku diyar dikin; çekên kîmyewî di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibe de Uzumcu ragihand ku ew jî van nûçeyan ji çapemeniyê dişopînin, lê belê derfetên wan ên piştrastkirina vê îdîayê nebûye û heta niha der barê mijarê de agahî ji wan re nehatiye dayîn.