Ulkucuyan êrîşî karkeran kir û 7 kes hatin binçavkirin

Ulkucuyan êrîşî karkeran kir û 7 kes hatin binçavkirin

Hate ragihandin ku komeke ulkucuyên şîrketa taşeron êrîş li karkerên Enerjî-Sen'ê yên di berxwedanê de kir. Piştî êrîşê Serokê Giştî yê Enerjî-Sen'ê re 7 kes hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Giştî ya Enerjî-Sen'ê ve hate dayîn, hate diyarkirin ku 700 karkerên di bin bangê BEDAŞ'ê de xebata sayaçan dike ji ber pereyên xwe negirtin di 21'ê gulanê de çalakiya dest ji kar berdanê li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku, li ser vê yekê patrokê şîrket taşeronê bi rêveberên Enerjî-Sen'ê û nûnerên kargehan re civîn li dar xist û daxwazên wan qebûl kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şîrketa Çira-Marsaşê noter anî gefên dê dawî li karkeran bîne kir. Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, li ser vê yekê karkeran 2 rojên din dest ji kar berdan û endamên Sendîkaya Tes-Îş'ê çûn Sefakoyê piştgirî dan karkeran.

Di daxuyaniyê de hate gotin, rayedarên Çira-Marsaşê bang li ulkucuyan kir û bi daran xwestin karkaran derxin kar û bi zorê li minibûsan siwar bikin. Piştî komê êrîş li komê kir Serokê Giştî yê Enerjî-Sen'ê Kamîl Kartal, pirporên sendîkayê Ahmet Çakir û Alî Duman û 4 karkerên din ên li hemberî êrîşê rawestan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Polîsa 75. Yilê ya Yenîbosnayê tên girtin. Karker jî ber bi qereqolê ve derketin rê.