Tuzel: Dewletê rûyê xwe yê rastîn nîşan da

Tuzel: Dewletê rûyê xwe yê rastîn nîşan da

Endamên Kongreya Demokratîk ya Gelan li Dolmabahçeye di roja 150'emîn de komkujiya Roboskiyê şermezar kirin û xwestin hesap bê pirsîn. Komê pirsa "Kê fermana komkujiyê da?" pirsîn. Garibe Urek ku di komkujiyê de nîşaniyê xwe winda kiribû li dijî hikûmetê bertekên xwe anî ziman û got: "Min nîşaniyê xwe winda kir. Me dê daweta xwe çêkira. Lê we daweta me di xwînê gerand. Dibe ku kuştî zindî nebin, lê em dê heta dawî hesap bipirsin." Xizmê kuştiyan Tahîr Encu jî anî ziman ku li gel hesap ji kujeran nehatiye pirsîn jî dîsa bi hinceta li qeymeqam dane 70-80 kes wekî sûcdar hatin dîtin û niha tên darizandin.

Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan li Dolmabahçeye kom bûn û bi daxuyaniya çapemeniyê roja 150'emîn ya komkujiya Roboskiyê şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta "Kê fermana lêdana Roboskiyê da?" hate vekirin. Parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Parlementerê Stenbolê yê serbixew Levent Tuzel, endam û rêveberên ODP, EHP û xizmên 34 kesên di komkujiya li Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane amade bûn. Dîsa endamên Dayîkên Aştiyê û Hunermend Yasemin Goksu jî piştgirî da komê.

Komê dowîzên "Ruyê rastîn yê AKP'ê Îdrîs Naîm Şahîn", "Duh 33 gule, îro bombeyên F-16'an", "Qetilên Roboskiyê dewleta çete ye" bilind kirin. Komê wêneyê 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan vekirin û xwestin kujer bên ronîkirin. Komê bê navber dirûşmeyên "Gelê Roboskiyê ne bi tenê ye" û "Dewleta qatil dê hesap bide " û "Me bedel da em dê bedalan bidin" berz kirin. Balkêş bû dema girsê daxuyanî da polîsan bi TOMA'yan girse dorpêç kir.

TUZEL: DEWLETÊ RÛYÊ XWE YÊ RASTÎN NIŞAN DA

Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel, helwesta dewlet û hikûmetê rexne kir û wiha got: "Komkujiya ku beriya serê salê pêk hat heta niha nehatiye ronîkirin û dixwazin ser wê bigirin. Bi agahiyên îstîxbarate dîsa ket rojevê. Delil û daneyên ku derketin holê rûyê rastîn yê dewletê nîşan da. Heta ku bûyer ronî bibe em dê bi şopa wê bikevn."

Parlementer Sirri Sureyya Onder jî bal kişand ser komkujiya Roboskiyê û da zanîn ku hikûmet dixwaze bûyerêtêxe situyê 2 - 3 kesan û wiha got: "Hûn çi dikin bikin hûn dê hesap bidin gel.

'DAWETA ME BI XWÎNÊ GERANDIN'

Garibe Urek ku di komkujiyê de nîşaniyê xwe winda kiribû li dijî hikûmetê bertekên xwe anî ziman û got: "Min nîşaniyê xwe winda kir. Me dê daweta xwe çêkira. Lê we daweta me di xwînê gerand. Dibe ku kuştî zindî nebin, lê em dê heta dawî hesap bipirsin. Em dixwazin êdî zarok neyên kuştin."

'EV ÇAWA EDALETE'

Xizmê kuştiyan Tahîr Encu jî anî ziman ku li gel hesap ji kujeran nehatiye pirsîn û kujer nehatine dîtin, heta niha der barê 80 welatiyan de doz hatiye vekirin û wiha got: "Hem hesap nadin û hem jî bi hinceta li qeymeqam dane 70-80 welatiyên gund wekî sûcdar dîtin. Niha jî bi îdîaya "hewl dane mirovan bikujin" tên darizandin. Ev çawa edalet e?"

Seroka Giştî ya Halkevlerî Îlknur Bîrol jî bertek nîşanî Serokwezîr Erdogan da û wiha got: "Serokwezîr dibêje pirsgirêka kurd tune. Îstîsmara kurd heye. Em dipirsin te ji bo kurdan ka çi kir? Çima bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne."

Hunermend Yasemin Goksu li ser komkujiyê zimêr xwend û ev yek bû sedema hestewariyê.