Tuncel û BDP’iyan şev li ber girtîgehê derbaz kir

Tuncel û BDP’iyan şev li ber girtîgehê derbaz kir

Li rexmî astengiya polîsan jî, Parlementera BDP’ê Sebahat Tuncel û 2 BDP’yî ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin, şeva xwe li ber girtîgehê derbaz kirin.

Duh BDP’yî û malbatên ku bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya di roja 44’mîn de xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya birçîbûnê bidin destpêkirin, hatibûn astengkirin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kiribû. Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Endama PM BDP’ê Kibriye Evren û Endama Meclîsa Jinan ya Stenbolê Kiymet Ilgaz li ber girtîgehê dest bi çalakiya birçîbûnê kiribûn.

Tuncel û BDP’iyan şeva xwe li ber girtîgehê derbaz kir. Tuncelê da diyarkirin ku, ew dê îro jî çalakiya xwe berdewam bikin, ew li benda hatina malbatanin, lê belê hêjan polîs destûr nade tu kes derbaz bibe.

Çalakiya birçîbûnê ya malbatan jî li Avahiya BDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê didome.